YPGê hêrîşî çeperên çeteyan kir û ew jî Soxanekê topbaran dikin

AFRINPOST- Taybet

YPGê êvara duşemê îro hêrîş bire ser rêbendên milîsên îslamî yên dagîrkeiya Tirkiyê li gundê „Kîmarê“ yê navçeya „Şêrewa“ li herêma Efrînê/Rojava.

Çavkaniyekî xwecihî ji AFRINPOSTê re ragihand ku hêzên parastina gel YPGê bi çend mûşekan hêrîşî çepera ewlekariyê ya milîsên îslamî li gundê „Kîmarê“ kirin û çetan jî gundê „Soxanekê“ bi bêhtirî 10 topan topbaran kirin, herwisa hemû top jî li xaniyên gundiyan ketin, lê belê heya niha ziyanên gundiyan hîn ne diyar in.

Heman çavkaniyê diyar kir ku gundî xwe di şekeft û qeboyan (bidepan) de ji tapbarandinê diparêzin.

Ji aliyekî din ve duh milîsên îslamî bi dizî ji aliyê rojava ve derbasî gundê „Soxanekê“ bibûn û gule berdabûn şivanekî gund, di encamê de kerê şivên (şivanî) hatibû kuştin û pezê şivên jî ji xwe re dizîbûn, pez jî yê hemwelatiyê bi navê „Ehmed Mecîd Mihemed“ e.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku 9 gundên navçeya „Şêrewa“ yên Efrînê/Rojava hê jî di destê YPGê de ne ku ew jî bi rêkeftinekê Tirkî-îranî mane, da ku weke kembereke ewlekariyê ji bajarokên „Nibul û Zehra“ yê re were kar anîn.

Related posts