Salvegera komkujiya „Mabeta“

AFRINPOST- Taybet

Sala borî weke îro di 26.01.2018dan de Firokeyên dagîrkeriya Tirkiyê li navenda „Mabeta“ komkujiyek pêk anî, di encamê de malbata „Taha El-Xatir“ bi giştî û jina wî ve şehîd bûn, endamê herî piçûkê malbatê 9 salî bû.

Malbata „El-Xatir“ ku weke penaber ji „Idlibê“, berî şerê dagîrkeriya Tirkiyê li dijî Efrînê/Rojava, hatibû herêma Efrînê yê bi Ewle, lê belê Fûzeyên dagîrkeran birayara bidawîkirina evê malbatê dan.

Herwisa malbat ji: bav „Taha Mistefa El-Xatir 45 salî, jin Emîne El-Xatir 40 salî, kur Silêman El-Xatir 14 salî, kuç Yisra El-Xatir 9 salî, keç zekiye El-Xatir 15 salî“ pêk dihat.

Ev komkujiya hanê yek ji gelek komkujiyan ne, ku dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê di dema şerê li dijî herêma Efrînê/Rojava de, pêk anî ye.

Li gorî aliyên peywendîdar ên belgekirina navê şehîd, qurbanî û birîndarên sivîl , rêje wisa ye: 257 sivîl di nav de 45 zarok û 36 jin şehîd bûne, û 742 sivîl jî birîndar bûne di nav de 113 zarok û 113 jin hene.

Related posts