Dagîrkeriya Tirkiyê çûnûhatina Efrîniyan sînordar dike

AFRINPOST- Taybet

Çavkaniyekî taybet ji AFRINPOSTê xuya kir ku dagîrkeriya Tirkiyê li herêma Efrînê/Rojava hewil dide benezanyariyên (Database)ê karmendên ku berê bi rêveberiya Xweser re kar kirinî li ba xwe tomar (qeyd) bike.

Jêderê da zanîn ku dagîrkeriya Tirkiyê zanyariyên hemû kesên ku xizmeta Rêveberiya Xweser kirine li ba xwe dinivîse, çi ji fermandarên di nav hêza rêveberiyê ya leşkerî, Gomrik, asayîş, Trafîkê de çi ji karmend û xwebexşên komînan, hemûyan li ba xwe dinivîse.

Herwisa çavkaniyê got ku milîsên îslamî (Polîsên leşkerî) li vê dawiyê dest bi revanidna wan kesan kiriye û dixine zîdanan yên weke girtîgeha Maratê û piştre dibine dadgehê da hemû zanyariyên derbarê wan de li ba xwe tamar bikin û herwisa 50 heya 200 hezar L.S weke bacê (xiramê) jê distînin, piştre berdidin.

Jêderê diyar kir ku mebest ji wan kiryarên girtin û revandinê ne tenê dirav in, belko da ew kes nikaribin ji bilî di herêmeke sînorkirî de çûn û hatinê bikin, ku êdî ew kes nikarin li Erînê bi xwe jî bi serbestî bigerin û heya nikarin herin herêmên din ên weke Ezaz û Babê jî, ev jî tê wateya ku ew êdî di herêmên xwe de girtîne û dibe ku tenê dikarin herin aliyê Rêjîma Sûriyê.

Ji aliyekî din ve Kurd li Efrînê rojane tûşî (rastî) zordariyê dibin dema ku bixwazin ji gund herin bajarê Efrînê yan herin gundên dinê, ji bona wê yekê jî encûmenên dagîrkeriya Tirkiyê yên xwecihî kaxizên taybet ji Efrîniyan re derxistine da li ser rêbendên çeteyan şanî wan bikin ku neyên revandin û şelandin, lê belê divê Efrînê mehane ewan kaxizan bi 500 L.S nû bikin piştî ku nivîsgeha ewlekariyê ya dagîekeran erê bike.

Related posts