AFRINPOST
Hemwelatiyê Kurd „Kemîran Elî“ ji gundê „Avrazê“ yê navçeya „Mabeta“ piştî ku di teqîna têrorî ya li bazara Efrînê di 16 Mijdara 2018an de birîndar bibû, şehîd bû.
Lo gorî çalakvanan gelek di wê teqînê de birîndar bibûn, herwisa hemwelatiyê bi navê „Ekrem Elî Hec Mihemed“ ji gundê „Coqê“ jî têde şehîd bibû, hêjayî bibîrxistinê ye ku kurê „Ekrem Elî Hec Mihemed“ jî di topbaranakirina dagîrkeriya Tirkiyê ya li „Raco“yê de şehîd bibû.
Herwisa hemwelatî „Berxwedan Evdilfetah Elî-1992, şiyar şikrî Hisên ji Reco, Nezmî şikrî ji gundê Qude, Mihemed Osman Ne`so ji gundê Mêrkan/Hisê“ di heman teqînê de birîndar bibûn û piştre şehîd bûn.