Milîsên Tirkan Feyleq El-şam hemwelatiyên Kurd şelandin

AFRINPOST- Taybet
Çeteyên rûveşartî yê milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê îro duşemê Hemwelatiyên Kurd li xaçeriya gundê „Qêsim“ ê Efrînê/Rojava şelandin.

Nûçegihanê AFRINPOSTê ragihand ku grûpeke çekdarî yên milîsên îslamî „Feyleq El-şam“ hemwelatiyên Kurd „Mihemed Selah Sîdo, Mihemed Mistefa Sîdo, Mihemed Ehmed Ibrahîm, Dawûd Hisên Îbiş“ li xaçeriya gundê “Qêsim“ şelandin, dema ku hemwelatî bi tirimbêleke Hyundai ya nû diçûne pêwîstiyên serxweşiyê ji navçeya „Reco“yê bînin.

Heman çavkaniyê anî ziman ku çeteyan rûyê xwe girtibûn û dema hemwelatî girtin çavên wan girêdan û berê wan dan avahiya bîrê ya ku li nêzî gundê „Kêla“ ye, li wir dirav 500 hezar û mobayil ji hemûyan bi darê zorê standin û herwisa tirimbêla Hyundai yê „Mihemed Selah sîdo“ jî jê standin.

Mihemed Selah sîdo ji xelkê gundê „Qota“ ye, ku ji bona pêdiviyên serxweşiyê ya mirina bavê xwe diçû „Reco“ yê, herwisa hemwelatiyên din ên digel wî jî ji xelkê gundên „Qota, gewrika û Kêla“ ne

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kiryarên şelandinê û dizînê li wê herêmê berî niha jî gelek caran rûda ne

Related posts