AFRINPOST- Taybet
Weke îro 2018an firokecengiyên dagîrkeriya Tirkiyê bi hêrîşeke asîmanî li girê Endarê li bakurê bajarê Efrînê/Rojava yê dîrokî da, herwiha di wê hêrîşê de 50%î ji rûberiya Perestgehê hate rûxandin, ku dîroka ewê perestgehê vedigere hezarsala yekê berî zayînê.
Herwisa dagîrkeriya Tirkiyê hinek cihên din ên dîrokî li herêma Efrînê/Rojava bombebaran kirin weke Teqilkê, Beradê û Nebî Horî.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha şûnwarên dîrokî li herêma Efrînê têne wêrankirin, dizîn, û rûxandin, di vê derbarê de milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tikiyê bi Tireks û Bagiran gir û cihên dîrokî dikolin û antîkan didizin, hê wêdetir jî hewil didin rûyê Kurdî yê dîrokî yê herêma Efrînê bi van kiryaran biguhêrin.