AFRINPOST- Taybet
Çavkaniyên taybet ji AFRINPOSTê ragihand ku milîsên îslamî (Siltan Silêman şah/Emşat) yên dagîrkeriya Tirkiyê li navçeya „Şiyê“ ya herêma Efrînê/Rojava diyarnameyeke (beyannameyek) giştî belav kiriye, tê de xuya dike ku ew ê Zekatê (baca îslamî) ji xelkê navçeyê bistînin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku hemû gund û deverên di bin dagîrkeriya wan de divê Zekatê bidin û dê bi kêmanî her çotyarek tenekeyeke rûnê Zêtûnan bide, herwisa dê Zekat li gorî werza (Mûsim) Zêtûnan were standin.
Hêjayî gotinê ye ku berî demekê encûmenên (meclîsa) dagîrkeran ên xwecihî jî rêjeyek ji berheman ji xelkê standine û jê hinek jî ji milîsên îslamî re şandine.
Ji aliyekî din ve raporên rojnamegerî yên Awrupî berî demekê hatibûn weşandin û tê de diyar kiribûn ku dagîrkeriya Tirkiyê Rûnê (zêta) Zêtûnên Efrînê ji xwe re dişîne bazarên cîhanî, herwisa gotin ku dagîrkeriya Tirkiyê bi 160 milyon yoroyî (Euro) Rûnê zêtûnên Efrînê diziye û firotiye Awrupa.