Hemwelatiyekî Kurd li Reco hate revandin

AFRINPOST- Taybet
Milîsên îslamî (Feyleq El-şam) ên dagîrkeriya Tirkiyê îro yekşemê perestyar (mûmerêd) „Ednan Bistan Kurdî“ li navçeya „Raco“yê herêma Efrînê/Rojava revandin û îşkence kirin.

Çalakvanan ji „Reco“yê ragihandin ku milîsên îslamî (Feyleq El-şam) hemwelatiyê bi navê „Ednan Kurdî“, ku ji xelkê gundê „Bilîlka“ ye û karê dermankirina Fîzîkî dike, revandine û li navenda xwe lêdaneke giran lê kirine, da diravan (pereyan) jê bistînin, piştre piştî ku navborî dirav dane serbest hatiye berdan.

Peretyar (mûmerid) Ednan Kurdî
Perestyar (mûmerid) Ednan Kurdî

Herwisa bi vîdiyoyekê „Ednan“ çete wî didine xuyakirin da navborî bêje ku ewan milîsan ew nerevandine, belko grûpeke din e milîsên îslamî ya bi navê „Feyleq El- Mecid“ ew revandiye.

Ji aliyekê din ve çalakvanan anî ziman ku „Ednan Kurdî“ gelek caran ji aliyê milîsên îslamî ve hatiye revandin ji bona ku diravan jê bistînin.

Hêjayî gotinê ku ev kiryarên revandinê bi serpereştiya îstêxbarata (MIT)ê ya dagîrkeriya Tirkiyê têne kirin, da Kurdan perîşan û bêpere bikin û ji Efrînê/Rojava bidin derxistin.

Related posts