AFRINPOST- Taybet
Milîsên îslamî (Emşat) yên dagîrkeriya Tirkiyê li navçeya „Şiyê“ endamê encûmena(meclîsa) dagîrkeran a xwecihî dane ber kotek û lêdanan.
Milîsên îslamî (El-Siltan Silêman şah/ Emşat) duh „Mistefa şêxo“ endamê encûmena(meclîsa) dagîrkeran a xwecihî li „Şiyê“ dane ber kotekan, ji ber ku navborî li ba şanda dagîrkeriya Tirkiyê giliya destdirêjîkirinên milîsên Emşatê kiriye.
Herwisa rêxistina mafnasiyê ya xwecihî anî ziman ku „Mistefa şêxo“ şiroveyek di derbarê derbastkirin û destdirêjîkirinên milîsên îslamî (El-Siltan Silêman şah/ Emşat)ê de yên li dijî xelkê navçeyê, radestî şanda dagîrkeriya Tirkiyê kiriye, ya ku duh di gel encûmena dagîrkeran ya xwecihî li „Şiyê“ civînek lidar xistibû.
Di vê derbarê de heman rêxistinê wisa got: „piştî şanda dagîrkeriya Tirkiyê ji wir çûne milîsên îslamî (El-Siltan Silêman şah/ Emşat)ê dest bi lêdana endamê encûmenê kirine û gotinên nebaş jî jê re gotine , herwiha di encama wê lêdanê de endamê encûmena dagîrkeran niha ketiye nav ciya û nexweş e“.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku heman milîsan di 12.06.2018an endamê encûmena dagîrkeran „Ehmed şêxo“ di bin îşkencê de kuştibûn, herwisa jin û pîrejin jî dabû ber lêdan û kotekan.