Niştedagîrên Ereb xaniyên Kurdan li Efrînê dişewitînin

AFRINPOST- Taybet
Çavkaniyekî taybet ji AFRINPOSTê ra ragihand ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê xaniyên Kurdan li Efrînê/Rojava berî ku radest bikin dişewitînin.

Jêderê derbarê vê yekê de wisa got: Malbatê Efrînî yên ku di riya Minbic-Cerablosê re vedigerin Efrînê, dema ku daxwaza xaniyên xwe ji Niştedagîr û milîsên îslamî dikin, Niştedagîr daxwaza çend rojan dikin, da bikaribin radestê xwedanan bikin, lê belê di wê demê de Niştedagîr dest bi şewitandina xanî û malê dikin berî ku jê der dikevin.

Li gorî çavkaniyê ku Niştedagîr xaniyan dişewitîne da dizîkirina wî were veşartin bi behaneya ku xanî şewitiye.

Ev kiryarê şewitandina xaniyan ne tiştekî nû ye, di 5ê berfanbara 2018an de milîsên îslamî (Feyleq el.Mecid) yên ku gundê „Elî beg“ ê yê navçeya „Bilbilê“ dagîr kirîne, xaniyê hemwelatî „Niyazî Evdilqadir Mûrad“ ê li herêma kurdistanê dimîn, piştî ku hemû tiştê malê dizîn, şewitandin.
Herwisa di 15ê Berfanbara 2018an de malbateke Niştedagîrên Ereb xaniyê „Dr. Ednan Mile“ yê li navenda Efrînê şewitandin ji ber ku navborî kanîbû Niştedagîr ji malê bi riya hinek kesan derxista.

Wê demê çalakvanan ragihandibûn ku Niştedagîrê çekdar, yê ku berê ji çekdarên milîsên îslamî „Ketîbet El-Fatih“ê bû û navê wî „Ebû Hafêz“ e ku berê ji bajarê „Himis“ê hatiye qewitandin, wî mala Dr. Ednan Mile şewitandiye.

Related posts