Çekdarên Dêrazorê Niştedagîrekî Erebê şamê li Efrînê kuştin

AFRINPOST- Taybet

Li Efrînê/Rojava yê dagîrkirî di navbera milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê de şer û pevçûn derket, ku di encama şerê navxweyî yê di navbera Niştedagîrên Dêrazorê û yên gundewarên şamê de Niştedagîrekî şamî hatiye kuştin.

Nûçegihanê AFRINPOSTê ragihand ku bi dehan Niştedagîrên Xûteya şamê roja şemiyê, li pêş avahiya „Serê“ ku dagîrkeriya Tirkiyê ji xwe re kiriye navend, derketine xwepêşandanê.

Nûçegihanê me diyar kir ku Niştedagîr daxwaza radestkirina Kujerê dikin ku ji milîsên „Ehrar El-şerqiyê“ ye, lê dagîrkeriya Tirkiyê weke navberkarekî katiyê û dixwaze çareseriyekê ji vê aloziyê re bibîne, herwisa jêderê me got ku rewş dagirtî û dikele, ger çareseriyek neyê dîtin dibe ku her biçe alozî girantir bibe.

Di vê çarçovê de nûçegihanê AFRINPOSTê diyar kir ku milîsên îslamî (Ehrara El-şerqiyê) yên dagîrkeriya Tirkiyê taxa „Mehmûdiyê“ dorpêç kirine û riya „Reco“ di navbera çerxeriya (dûwara) „Newroz“ û Taxê ve girtine.

Weke tê zanîn ku di dawiya vê hefteyê de gelek caran pevçûn di navbera milîsên îslamiyan de derketine û kuştî jî çê bûne.

Related posts