AFRINPOST- Taybet
Koalisyona Partiya Gel a Balçîkîl bi boneya salvegera hêrîşkirina li ser herêma Efrînê/Rojava, ji aliyê dagîrkeriyaTurkiyê ve di 20ê çeleya 2018an de, vexwendineke taybet ji Desteya Yasayî ya Kurd, Komeleya Hêvî û hinek kesayetên din re şandiye.
Li gorî wê vexwendinê roja sêşemê dema êvarê vexwendêran sêmînarek li Parlamantoya Balçîka lidarxistin, parêzer Mihemed Naso ji Desteya yasayî ya Kurd gotarek di derbarê talankirin û zordariya dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî li dijî gelê Efrînê xwend û di çarçoveyeke yasayî de şirove kir, ku ew destdirêjîkirin li gorî yasayên navdewletî kiryarine li dijî mirovatiyê ne.
ji bona zanyariyên bêhtir jî navborî ji AFRINPOSTê re wisa vegot: „çalakiya me cihê dilxweşiya Koalîsyona Partiya Gel (8 endam) bû“ û tekez pêkir ku: „Parlamanterên balçîkî dizanîbûn ku çi li Efrînê, ji talan û geflêxwerinan rû dide, û ji bona vê yekê jî Parlamanterên Balçîkî xwastin ku ewan destdirêjîkirinan ji Efriniyan bixwe jî bibhîsin“.
Ji aliyekê din ve Naso mixabiniya xwe ji kêmbûna rêjeya tevlîbûnê diyar kir û got: “me pêşbînî dikir ku rêjeyeke mezintir ji aliyên kurdî beşdarî vê boneyê bibana”.
Herwiha weke tê zanîn ku ew tirajîdiya (azarkêşan) Efrînê/Rojava hê jî berdewam e.
Hêjayî gotinê ye ku di wê sêmînarê de belgefîlmek derbarê azarkêşana gelê Efrînê di dema êrişan de ji aliyê nûnerê Komeleya Hêvî hunermend Mihemed Fewzî ve hate pêşkêşkirin, ku têde destdirêjîkirinên li ser gelê Efrînê diyar kiribû.
Herwiha Fewzî ew yek bi çend mînakan jî, ji destdirêjîkirinên li dijî mirovên wî rû dabûn, da xuyakirin.
Piştre Dr. Mamad Cimo jî gotinek pêşkêş kir û têde tekez bi serxwebûna Kurdistanê jî kir.
Piştî wê sêmînarê, beşdarvanan protêstoyek li pêş Parlamantoya Ewrupî lidarxistin û belgeyek radestî Parlamantoyê û sêkrêtariya wezîrên derve ya Awrupî kirin, herwiha 300 kopî jî weke danasînekê bi doza Efrînê li rêboriyan (xelkên ku di wir re derbas dibûn) belav kirin.