Bolton: hêvîdar in ku danûstandinên bi Tirkiyê re di derbarê Kurdan de encamên hêja jê derbikevin

AFRINPOST
Şêwirmendê ewlehiya netewî yê Amerîka John Bolton got ku gotûbêjên leşkerî yên di navbera U.S. û Tirkiyê ve bo Kurdên Sûriyê dê heya bi hefteya bê berdewam bin, bi hêviya ku herdu alî encamên hevnerîn bidest bixin.
Herwisa Bolton anî ziman ku Donald Trump û wezîrê derve Pompeo dizanin ku Tirkiyê pabend e ti ziyanê (zirarê) negihêjîne Kurdan, ên ku bi me re şerê Daişê kirine.
Di pêdaçûna xwe de Bolton gut „tiştên ku em di van danûstandinên leşkerî de dişopînin ev in: garantî, pirotokol û îcraatên ku bihêle her kes aramiyê di evî rewşê de hîz bike ye“
Di berdewamiyê axaftina xwe de navborî got ku ew bihêvî ne derencameke pejrandî (qebûlkirî) ji evan hevdîtinan der bikeve.

Related posts