AFRINPOST
Milîsên girûpa Nûredîn Zingî yên îslamî yên bi ser dagîrkeriya Tirkiyê, li gundê “Kêla” yê navçeya “Bilbilê”, li êvara roja Yekşemê, sê malên gund talan kirin.
Jêderên taybet ji AFRINOST re gotin ku li dor 140 çekdarên milîsên îslamî “Nûr El-dîn Zingî”, ku ji bajarê Darazê li ser destên girûpên îslamî “Cebhet El-Nusre” hatibûn biderxistin, li gundê Kêla, dest bi dizî û şelandina xelkên gund kirine.
Li gor wan jêderan, ta niha sê mal, di bin gefa kuştina li ber çavên xwediyan, hatin talankirin û ji kalemêr û pîrejinekê pere û zêr bi darê zorê şalandine.