AFRINPOST/ Taybet
Di bin navê „Efrîn di bin Dagîrkeriya Tirkiyê de“ komela „Hêvî“ ya Balçîka û „Desteya yasayayî ya kurd“ dê li ser daxwaza Parlamantoya Balçîka simînarekê li wir pêşkêş bikin.
Hêjayî gotinê ye ku Blocka Partiya Gel a Balçîkî bi boneya Salyadiya (salvegera) dagîrkirina Efrînê/Rojava -ji aliyê dewleta dagîrker tirkiyê ve- du rêxistinên Kurd vexwendine Parlamantoya wî welatî. Herwisa dê ev simînar di 16ê çile de were lidarxistin.
Li ser evê babetê Parêzer „Hisên Naso“ ji „Desteya yasayî ya Kurd“ ji AFRINPOST re da xuya kirin: ku armanc ji rêkxistina evê simînarê ya ku bi navê „Efrîn di bin dagîrkeriya Tirkiyê de“ ew e ku em deng û êşeka Efrîniyan bighînin Nerîna Giştî ya Balçîkî û Awrupayî, da destdirêjîkirinên (cerîmet) dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî (Artêşa Niştimanî) li Efrînê salt û tazî bikin.
Herwiha „Naso“ anî ziman ku ew ê hewil bidin ku Parlamantoyê Balçîka û herwisa ya Awrupa jî guwaşekê li dewleta Tirk a dagîrker û milîsên wê bikin da ji herêma Efrînê/Rojava vekişin.
Cihê daxê ye ku dewleta Tirk a dagîker di demjimêr 4:00 ji roja 20.01.2018an de bi 72 balafirên cengî di gel milîsên îslamî weke „Artêşa Azad“ û „ Artêşa Niştimanî“ hêrîş bire ser Herêma Efrînê/Rojava û di Encamê de bêhtirê 400 hezar Efrînî derbider û koçber bûn û gelek şehîd jî ketin.
Belam dewleta dagîrker a Tirk bi wê yekê tenê nekir, niha jî dest bi siyaseta Guhertina Dêmografîk kiriye, ku hemû îslamîst, çete û malbatên wan di bin navê lihevkirina „Asîtana û Soçî“ ji hemû xaknîgariye Sûriyê kişandin û anîn li Efrîn/Rojava di mal û xaniyên Efrîniyan de bi cih kirin.
herwisa şûnwarên ku dirêjayîya hezarê salan li Efrînê/Rojava hatibûn parastin, îro bi destê çeteyan û dagîrkeriya tirkiyê tên dizîn, rûxandin û veguhestin bo Tirkiyê.