Dagîrkeriya Tirkiyê niştedagiran dişîne Efrînê.

AFRINPOST
Alavên ragihandinê yên nêzîkî milîsên îsalmî yên dagîrkeriya Tirkiyê, îro roja Pêncşemê, tekez kirin ku li dor 1700 çekdarên îslamî(Bereya Niştimanî) yên dagîrkeriya tirkiyê xwe amade dikin ku ji deverên deşta Gabê û Çiyayê Şehşebo yên parêzgeha hemayê, berên xwe bidin herêma Efrînê.

Di van rojên dawî de jî, li dor 4000 milîsên îslamî ji girûpa Zingî, ji aliyê Bereya Nusra ve, ji bajarê Darazê, hatibûn derxsitin û li bajarê Cindirêsê û gundewarê wê, niştedagîrkirin.

Herweha, bi sedan ji wan milîsên îslamî yên bi ser dagîrkeriya Tirkiyê gihîştin gundên navçeya Bilbilê û lê hatin niştedagîrkirin, ango li gundê Kêla li dor 100 milîs li malên koçberên wî gundî de hatin bicîkirin û pêşbîne ku malbatên xwe jî bênin ba xwe.

Zêdebûna hejmarên niştedagîran li Herêma Efrînê/Rojava, bêhtir dêmogirafiya herêmê dixe bin metirsiyê li gor ku hin çalakvanên kurd ji AfrînPostê re dane xuyakirin

Related posts