Milîsên ” Feyleq El-Şam ” careke din bacan li ser şêniyên gundên Zerka û Çûbana ferz dikin

daxistin
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet


Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên “Feyleq El-Şam” ên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn, baceke nû li ser şêniyên kurd ên li gundên Zerka û Çûbana yên girêdayî navçeya Raco ya gundewarê Efrînê, ferz kirin.


Ofîsa aborî ya milîsên ku yê bi navê ” Ebû El-Welîd ” serkêşiya wê dike ku nû ji şerê Rojhilatê Furatê vegeriyaye, şêniyên Efrînê li navenda xwe agahdar kirin ku pêwîst e her malbateke kurdî eger zeviyên wan berhemdar bûn an ne berhemdar bûn 2 teneke zeytê bidin.


Beriya demekê, milîsan 45 tenekeyên zeytê(16KG) tenê ji gundê Zerka kom kirin. Ji bilî wê jî meclisên dagirkeriyê rêjeyên xwe yên zeytê li ser şêniyên gund ferz kiribûn û xwediyên guvaşgehan jî rêjeya %5 wek heqê guvaştinê ji şêniyan bir.


Bi destpêkirina werza zeytûnê ya 2019’an, niştedagîr pev çekdarên milîsan ên ku diziyê ji xwe re weke kar dibînin, berê xwe dan zeviyên zeytûnan ên li gundewarê Efrînê û zeytûnên şêniyan dizîn û çiqasiyên mezin ji xwe re firotin her wiha bacên li gor kêfa xwe li ser şêniyan ferz kirin.


Nûçegihanên Afrinpostê yên li navenda Efrînê û gundewarên wê destnîşan kirin ku milîsan li ser her dareke zeytûnê, 500 lîreyên Sûrî li ser cotkarên kurd ferz kirin weke bac eger ku dar bi berhem bûn an ne bi berhem bûn.


Lê zêde milîsan li ser cotkarên kurd bacên parastina berhema zeytûnan her wiha ji bo derbaskirina berhemên cotkaran li ser rêbendan jî bo sûkên Efrînê, ferz kirin.


Ew bacên ku milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan Misilmîn li ser şêniyên kurd tên ferzkirin, bi fermanên istixbarata Tirkî têne kirin da ku şêniyên Efrînê yên mayî asteng bikin û di encamê de ji cih û warên xwe koçber bibin.

Post source : Taybet

Related posts