Koçberekî Efrînî piştî ku milîsên Îslamî 200 darên wî yên zeytûnê birîn, bi xwîntîriyê ket

Photo Credit To Nêt

Afrinpost- Taybet

Afrinpost-Taybet Welatiyê koçber Fayêq Hac Reşîd yê 65 salî, piştî bihîst ku milîsên ” Feyleq El-Şam” ên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn, 200 darên wî li gundê Elemdara yê navçeya Raco birîn bi xwîntîriyê(kirîza dil) ket û ew veguhestin nexweşxaneyên Helebê.


Welatiyê bi navê Fayêq ji gundê xwe Elemdara bê dilê xwe koçberî Şehbayê bû û li wir dimîne û li mala wî xwediyên çekdaran hatine bicîkirin.


Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Raco ragihand ku derdora 800 darên zeytûnê yên din ên koçberan bi bêwijdanî hatin birîn.


Her wiha milîsên “Cebhe El-Şamiyê” bi serkêşiya yê bi navê ” Neîm” du malên wî welatî li gundê Elemdara ku li dorhêla baxçeyê taxa Eşrefiyê yên li ser rêya Servîsê dikevin, desteser kirin.


Ev ne cara yekê ye ku kurdên xwedî erd ji ber birîna darên wan yên zeytûnê bi xwîntîriyê dikevin. Di 30’yê Mijdara 2019’an de, nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku milîsên “Cebhe El-Şamiyê” bi serkêşiya yê bi navê “Welîd Kedro” 200 darên zeytûnê yên jinebiya rihmetî “Reşîd Hemdoş” ji şêniyên gundê Kefercenê birîn. Her wiha nûçegihan anî ziman ku jinebiya kurdî ji ber ku debara jiyana wê nema bi xwîntiriyê ket û ji bo dermankirinê derbasî nexweşxaneyê kirin.


Ji destpêka Cotmeha sala 2019’an ve, çekdarên milîsên Îslamî bi zanabûn tîmên kar û kargeh ji bo birîna daristanên Efrînê da ku bikin êzing û li navendên neguhêr li aliyên gundan kom bikin.


Milîs her toneke êzingên darên sewrî û merxê di navbera 20 heyanî 30 hezar lîreyên Sûrî difiroşin û çendayên mezin ji êzingan bo çêkirina Komirê, derxistin Tirkiyê.


Her wiha çekdaran bi zanabûn darên zeytûnê yên zeviyên şêniyên Efrînê yên ku bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne û tevî ku meclisa navxweyî ya girêdayî dagirkeriyê daxuyanî ji bo nebirîn û bazirganiya bi darên zeytûnê derxist, birîn.


Tê zanîn ku biryarên wan meclisên navxweyî tenê li ser şêniyên kurd pêk tên û çekdar û niştedagîr ti girîngî û giraniyê nadin biryarên wan.


Şêniyên Efrînê yên kurd ji neçarî êzingan weke navgîneke germkirinê li şûna agirdankên ku li ser mazotê dixebitin, ji ber bilindbûna nirxên mazotê dikirin.


Bi gihîştina nirxên dolarê Amerîkî sînorê 1000 lîreya Sûrî, her bermîleke mazotê bi nêzîkî 150 hezar lîreyên Sûrî tê firotin

Post source : Taybet

Related posts