Milîsên Sultan Suleyman Şah 8 sivîl li navçeya Şiyê ya gundewarê Efrînê revandin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost
Çavkaniyên pêbawer, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan agahdar kir ku çekdarine milîsên Sultan Suleyman Şah “El-Emşat” yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn, 8 sivîl di nav de jinek pev zarokê wê ji gundê Enqelê yê navçeya Şiyê ya gundewarê Efrîna dagirkirî revandin.


Li gorî çavkaniyên Rewangeha Sûrî, revandina sivîlan şeva Înê pêk hat.
Çekdaran bêyî ku ti şiyarî yan tuhmetan arasteyî wan bikin bi ser malên wan de giritn û ew revandin cihekî ne diyar.


Li gorî rêxistineke mirovî, beriya vê bûyerê jî, çekdarên Sultan Suleyman Şah “El-Emşat” di vê mehê de, di nîvê şevê de bi ser mala pîrejineke kurd de giritn.
Pîrejin bi navê Fatme û bi nasnava Fatûle, li koloana Haco ya bajaroka Şiyê niştecih e. Ew hevjîna rihmetî Reşîd Kot e. Li gorî rêxistina mirovî, milîsan 2 milyon lîreyên Sûrî bi zorê jê standin.

Post source : şopandin

Related posts