Li gundê Kurka yê gundewarê Efrînê pêngava biserdegirtin, lêgerîn û binçavkirinê

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet

Milîsên “polîsên leşkerî” yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistian Ixwan Misilmîn di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de, ji çar rojan ve dest bi pêngaveke ewlehiyê li gundê Kurka jorîn yê navçeya Mabeta kiriye.


Milîsan telefonên hemû mêr û jinên gund desteser kirin û hundirê telefonan venêrîn.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeyê ragihand ku hêzên dagirkeriyê welatiyên kurd yên bi nav: Behcet Hesen, Ehmed Arif Helîme, Hesen Arif, Emîne Mihemed û Xedîce Hesen girtin û zîndan kirin û piştre milîsan ew bi garantî û bi dayîna pereyan ku her yekî/yekê wek cezayeke malî 100000 lîreyên Sûrî dan, serbest berdan.
Lê hêjî Mistefa Hesen û hevjîna wî, ji ber ku nikarîn pere bidana, li ba milîsan girtî ne.


Heman milîsan ” polîsên leşkerî” di 1’ê vê mehê de, welatiyekî kurd bi tawana ku wî otomobîlên rêveberiya xweser çak û sererast dikirin, girtin û birin navenda xwe ya li dibistana amadehî ya bazirganiyê û hêjî çarenûsa wan ne diyar e.


Çavkaniyên taybet ji Afrinpostê re ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” welatiyê bi nav (Î.D) yê 48 salî li navenda herêma Efrîna dagirkirî bi hinceta vekirina lêpirsînê derbarê wî giritn.


Milîsên Îslamî karê revandinê ji xwe re wek navgîneke bidestxistina pereyan dibîne. Ev rêbaz ji destpêka dagirkeriya Efrînê ve tê bikaranîn û ji ber ku ew rêbaz yek ji rêbazên koçberkirina Efrîniyên mayî ye, dagirkeriya Tirkî bi xwe li ser karên bi vî rengî disekine ku bi vî awayî jî rê li pêşiya vegera koçberan digire.

Post source : Taybet

Related posts