Milîsên Suleyman Şah li Şiyê 2 milyon ji jinepîreke kurd bi zorê standin

تعبيرية

Afrinpost
Li gorî rêxistineke mafên mirovî, çekdarine milîsên Sûltan Suleyman Şah “El-Emşat” yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn, di 2’yê Çileyê de, li navçeya Şiyê di nîvê şevê de bi ser mala pîrejineke kurd ya bi navê Fatme ku bi nasnava Fatûle tê naskirin de, çûn.


Pîrejin ji bajaroka Şiyê ye û li kolana Haco niştecih e û hevjîna Reşîd Kot e. Çekdaran xwe avêtin mala wê û 2 milyon jê dizîn.

Milîsên Sûltan Suleyman Şah bi karên diziyê sînordar namînin lê zêde li şûnwarên herêmê digerin û wan jî didizin ku di 5’ê Çileyê de, li gorî raporeke hefteyî ku ji aliyên partiya Yekîtî ve tê weşandin, milîsên Sûltan Suleyman Şah karên lêgerîn û kolanê di hundirê mizgefta kevn ya navenda navçeya Şiyê, berdewam dikin.


Her wiha raporê diyar kir ku cihê kolanê bi çadiran tê sergirtin da ku xuya neke çi tê de tê kirin. Armanca kolanê jî lêgerîna li gencîne û şûnwaran e û wek tê zanîn ku erdê mizgeftê û malên ku li başûrê bajaroka Şiyê dikevin xwedî şûnwarên kevnar in.


Ji aliyê xwe ve jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di 6’ê vê mehê de, çavdêrî li karên rûxandinê yên firoşgehên bazirganiyê yên ku çekdarên milîsên Lîwa Sûltan Suleyman Şah li mizgefta jêrîn ya bajaroka Şiyê dikin, kir. Rewangeha Sûrî destnîşan kir ku milîs bi armanca lêgerîna li şûnwarên dîrokî û diziyê wan, firoşgehên bazirganiyê hildiweşînin.

Post source : ٌRêxisina Mafên mirovan luEfrînê

Related posts