Karên kolan û lêgerîna di mezarên kevnar ên li gundê Beradê yê navçeya Şêrawa de berdewam in

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn, xirakirin û rûxandina cih û şûnwarên dîrokî li tevahiya herêma Efrînê dagirkirî, bi armanca lêgerîna li gencîne û şûnwaran her wiha tunekirin dîrokî û neteweyî ya nasnameya herêmê, berdewam dikin.


Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêma Efrînê ragihand ku çekdarên milîsên Firqeya El-Hemze û di bin serpereştiya istixbarata Tirkî mezarên dîrokî û şûnwarên gundê Beradê yê li navçeya Şêrawa ya çiyayê Lêlûn dikolin û ji holê radikin.


Nûçegihan agahîne ji çekdarekî gundewarê Şamê ku beşdarî karên kolanê yên li cihên şûnwarî dibe, teqez dikin karê kolanê berdewem in û qezenceke mezin ji pereyan jê dibin.


Nûçegihan teqez kir ku wî çekdarî bê agahdariya sermilîsê xwe, parçeyên dîrokî ku li mezareke Beradê hat dîtin, dizîn û destnîşan kir ku çekdarê milîsên El-Hemze hewl da ku li bajêr bifiroşe bazirganê şûnwaran.


Nûçegihan da zanîn ku hejmara wan parçeyên dîrokî 5 bûn, li ser wan wêneyên şûnwarî wek yên li ser dîwarên perestgeha Girê Eyn darê hebûn û teqez kir ku grûpê ku beşdarî kolan û lêgerîna di goran de rastî tabûtekî kirêç û cereyên kirêç yên vala.


Li kêleka wê toreya Afrinpost ji çavkaniyên din hat agahdarkirin ku milîsên El-Hemze ji bîst rojan ve karê kolanê li herêmeke şûnwarî ku dikeve navbera gundê Maratê û gundê Mezin û her du girêdayî navendê ne dikin lê belê ji ber rewşa baranê hatiye rawestandin. Ji dema ku dagirkeriya Tirkî Efrîn dagir kiriye ve, artêşa Tirkî û çekdarên wê ve bi amûrên pêşketî ji bo lêgerîna li şûnwar û metalan bi kar tîne.


Beriya vê jî şêniyên Efrînê teqez kirin ku artêşa dagirkeriya Tirkî çendaniyên mezin ji zêrên binaxkirî ji gundê Barava derxistin. Lê zêde axaftin û gotûbêj bi rengekî berdewam li ser lêgerîn û lêkolîna di girên Efrînê yên dîrokî de tên kirin. Li ser vê yekê jî pisporên şûnwaran dibêjin ku girên Efrînê tê de parçe û şûnwarên dîrokî yên kevn hene ku vedigerin serdem û şaristaniyên kevin yên li pey hev li ser axa Efrînê jiyane, hene.


Di destpêka sala 2019’an de niştedagîrekî bi nav Mihemed Elûş ji şêniyên parêzgeha Idlibê ye wêneyên tabloyên mozayîk nîşan dan.


Derbarê vê tabloyan de ti agahî nedan lê belê li ser rûpela xwe ya Facebookê bersiva pirsên hevalên xwe dan û got ku ew tablo ji Nebî Hûrî derxistine.


Dagirkeriya Tirkî hewl dide ku hemû şûnwarên ku vedigerin kelepûr û çanda mirovî ya cîhanî bidize an wêran bike weke çawa di dema êrîşa li ser Efrînê di sala 2018’an de ku şûnwan û girên Efrînê yên dîrokî wek girên Eyndarê yên dîrokî armanc digirt û veguherandin qadên perwerdeyên leşkerî ku ti girîngî nedan van cihan û dîroka mirovahitiyê.


Rapor teqez dikin ku niştedagîrên Efrînê bê serûber karên lêgerîn û lêkolînê dikin û bi ti carî ji hesaban ji dagirkeriya Tirkî re nakin ji ber ku ji berjewendiyên wê re kar dikin.


Nîşandana niştedagîrên Efrînê ji parçe û şûnwaran delîlekî din a derxistina şûnwaran ji Efrînê ye û civaka navdewletî li hemberî van binpêkirinên mirovatî bê deng e.

Post source : Taybet

Related posts