Milîsên ‘‘Firqeya El Hemze‘‘ mixtarekî kurd 4 caran girtin û şikestinên giran gihandin wî

Photo Credit To Taybet

Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Raco ya li gundewarê herêma Efrîna dagirkirî, ragihand ku milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn binpêkirinên xwe derheqê şêniyên Efrînê yên resen bi armanca koçberkirina wan û niştedagiriyê berdewam dikin.


Di vê çarçoveyê de, çekdarine milîsên Firqeya El-Hemze welatiyê kurd Ekmel El-Dîn Osman Nezmî yê 45 salî û xwedî 4 zarok e her wiha mixtarê gundê Gûliya Jêrîn yê girêdayî navçeya Raco gelek caran girtin ku herî dawî 6 çekdaran bi serkêşiya ‘‘Ereb‘‘ bi ser mala wî de çûn û ew revandin.


Nûçegihan destnîşan kir ku Ekmel El-Dîn Osman Nezmî ji dema dagirkeriya Tirkî ji herêmê re 4 caran hatiye revandin û di demên cuda de û rastî îşkenceya çeteyan hatiye.


Di Îlona 2018’an de Ekmel El-Dîn fidyeyeke malî bi qasî 2 milyon lîreyên Sûrî da ku ew jî ji nasên xwe kom kirin beramberî ku serbest were berdan.


Her wiha beriya 20 rojan li gundê Maratê yê bi ser navenda Efrînê ve hat girtin.


Beriya 2 hefteyan û bi taybet di 18’ê Berfanbara borî de, careke din milîsan ew revand û li beramberî serbestberdana wî fidye xwestin û bi awayekî hov îşkence kirin ku bi giranî di serî û qeffesa sîng de şikandin.


Nûçegihan da zanîn ku Ekmel El-Dîn neçar ma ku fidyê 200 hezar lîreyên Sûrî tevî rewşa wî ya aborî ya xirab, da.


Milîsên Firqeya El-Hemze di 24’ê Berfanbarê de Ekmel El-Dîn piştî ku 200 hezar lîreyên Sûrî da serbest berdan. Ew niha êşa şikestin û îşkenceya giran a ku ji dest dîtiye, dikişîne.

Post source : Taybet

Related posts