Niştedagîr bi kom li nava erdên çandiniyê li ser rêya Cindirêsê û Raco belav dibin

Photo Credit To Nêt

Afribpost
Rûpelên alîgir ên milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan Misilmîn û dagirkeriya Tirkî dîmenên li
rêya di navbera navçeya Cindirêsê û Raco û bi navenda herêma Efrîna dagirkirî ve girêdayî ne belav kirin. Di dîmenan de bi sedan ji konên niştedagîrên Idlibê piştî peymaneke Rûsî-Tirkî a koçberkirina şêniyên Idlibê û niştecihkirina wan li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî tên xuyakirin.


Rûpelan dan nîşandan ku konên nû hatine vegirtin ji beriya 15 rojan ve ne, di nava zeviyên zeytûnan an li daristanan hatine çêkirin ku destdanîna li ser mal û milkên şêniyên Efrînê bi rengekî zelal aşkere dike.


Ev yek jî tirsê li ba şêniyên Efrînê yên resen çêdike ku zeviyên wan veguherin kampên ne fermî ku di demeke ku nikarin daxwaza derxistina niştedagîran ji ber ku ji aliyên çekdarên milîsan ve parastî ne, bikin û bi taybet piştî reva şêniyên Idlibê ji şer û hewldanan niştecihkirina wan di malên şêniyên Efrînê yên ku li ber xwe didin ev yek pêk tê.


Rûpelên alîgir ji çeteyan re xuya dikin ku kampên bêserûber ên niştedagîr ava dikin bi awayê kombûneke biçûk ji yek malbatê re ye. Her malbateke niştedagîr ji 10 konan heyanî 20 konan li nava zeviyên cotkarên Efrînê ava dike û wiha dewam dikin; milîsên dagirkeriyê yên bi navê Polîs, kombûnên niştedagîran li ba xwe tomar dikin da ku ji bo alîkariyan şanî rêxistinên mirovî bikin.


Her wiha niştedagîr bizin û mihên ku bi xwe re anîne li nava darên zeytûnê yên şêniyên Efrînê yên resen diçêrînin ku ew yek jî binpêkirineke derheqê malûmilkên Efrîniyan de ye.


Tê zanîn ku qedexe ye şivan pezê xwe berdin nava zeviyên zeytûnan da ku zirarê negihîne zevî lê ew yek ji dema dagirkeriya Tirkî ve bûye rastiyeke rû bi rû bi şêniyên kurd re

Post source : Taybet

Related posts