Milîsên dagirkeriyê li Şiyê di mizgefteke kevn de li şûnwar û parçeyên dîrokî digerin

Photo Credit To N;f

Afrinpost
Çekdarên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn, wêrankirin û diziya şûnwarên Efrînê yên dîrokî bi armanca tunekirina şop û nîşaneyên dîroka herêmê nîşan didin her wiha bidestxistina pereyan ji firotina parçeyên dîrokî bo dagirkeriya Tirkî, berdewam dikin.


Di vê çarçoveyê de raporeke hefteyî ji aliyê partiya Yekîtî ve destnîşan kir ku milîsên” Sûltan Mûrad Şah ango El-Emşat” kolana li hundir mizgefta kevn a li gundê jêrîn ê navenda navçeya Şiyê berdewam dikin.


Raporê da zanîn ku cihê kolanê bi çadiran ser digirin da ku nas nebe ku çi li wir diqewime ji ber ku armanc ji kolanê lêgerîna li zêr û parçeyên giranbuha ye. Tê zanîn ku erdê mizgeft û xaniyên li başûrê bajaroka Şiyê dikevin xwedî şûnwar û parçeyên dîrokî ne.


Ji dema ku dagirkeriya Tirkî Efrîn dagir kiriye ve, artêşa Tirkî û çekdarên wê ve bi amûrên pêşketî ji bo lêgerîna li şûnwar û metalan bi kar tîne.

Beriya vê jî şêniyên Efrînê teqez kirin ku artêşa dagirkeriya Tirkî çendaniyên mezin ji zêrên binaxkirî ji gundê Barava derxistin. Lê zêde axaftin û gotûbêj bi rengekî berdewam li ser lêgerîn û lêkolîna di girên Efrînê yên dîrokî de tên kirin. Li ser vê yekê jî pisporên şûnwaran dibêjin ku girên Efrînê tê de parçe û şûnwarên dîrokî yên kevn hene ku vedigerin serdem û şaristaniyên kevin yên li pey hev li ser axa Efrînê jiyane, hene.


Di destpêka sala 2019’an de niştedagîrekî bi nav Mihemed Elûş ji şêniyên parêzgeha Idlibê ye wêneyên tabloyên mozayîk nîşan dan.


Derbarê vê tabloyan de ti agahî nedan lê belê li ser rûpela xwe ya Facebookê bersiva pirsên hevalên xwe dan û got ku ew tablo ji Nebî Hûrî derxistine.


Dagirkeriya Tirkî hewl dide ku hemû şûnwarên ku vedigerin kelepûr û çanda mirovî ya cîhanî bidize an wêran bike weke çawa di dema êrîşa li ser Efrînê di sala 2018’an de ku şûnwan û girên Efrînê yên dîrokî wek girên Eyndarê yên dîrokî armanc digirt û veguherandin qadên perwerdeyên leşkerî ku ti girîngî nedan van cihan û dîroka mirovahitiyê.


Rapor teqez dikin ku niştedagîrên Efrînê bê serûber karên lêgerîn û lêkolînê dikin û bi ti carî ji hesaban ji dagirkeriya Tirkî re nakin ji ber ku ji berjewendiyên wê re kar dikin.


Nîşandana niştedagîrên Efrînê ji parçe û şûnwaran delîlekî din a derxistina şûnwaran ji Efrînê ye û civaka navdewletî li hemberî van binpêkirinên mirovatî bê deng e.

Post source : Rapora heftane ya Partiya Yek't'

Related posts