Milîsên Îslamî ji bo pêşwazîkirina xelkên Idlibê 9 malên kalemêrên kurd li Efrînê desteser kirin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Milîsên “Ketîbit Asî – Lîwa Sermenqend” ên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn, hejmareke şêniyên Efrînê yên resen ên bajaroka Kefersefrê ya girêdayî navçeya Cindirêsê agahdar kirin ku mal û xaniyên xwe vala bikin.


Ofîsa ragihandinê ya partiya Yekîtî bi bîr anî ku welatiyên ku hatine agahdarkirin ev; Hisên Xelîl Nebî “Ebû Xelo”, Zeyneb Mûrad Axa(hevjîna rihmetî Weqfî Mûrad), Remedan Ereb Umer, Elmas Elîko(Hevjîna rihmetî Ebid El-Ruhman Caso, Hisên Hac Ebdo(birayê mixtarê gund ê heyî), Nebî Hisên Hac Ebdo, Xedîce Hedad(hevjîna rihmetî Xelîl Hedad, Xelîl Hac Ebdo, Mihemed Hisên Şêxo


Ofîsê destnîşan kir ku milîsan bi hinceta niştecihkirina malbatên ku ji Idlibê bi darê zorê koçber dibin her wiha malên ku hatine destnîşankirin tenê kesek an du kes tê de dijîn, xwediyên wan malan agahdar kirin.


Karwanên xelkên Idlibê li pey hev ji ber şerê di navbera hêzên Rûsî û rêjîma Sûrî ji aliyekî ve û milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn ji aliyê din ve, derbasî herêma Efrîna dagirkirî dibin.


Xuya ye ku kordîne di navbera dagirkeriya Tirkî û Rûsiya de ji bo valakirina bajarokên Sûrî bi yên dîtir ku di bin destên aliyê din de ye diguherînin, pêk tê.


Armanca vê pevguherînê jî ew ku demografiya Sûrî li gorî dilê Tirkan were guhertin û mînaka hêrî nêz û balkêş jî ku sala 2018’an Tirkiyê Xûtaya Rojhilat, gundewarê Humsê û gundewarê Idlibê, Rojhilata rêhesina Hîcaz û balafirxaneya Ebû Dihûr a leşkerî beramberî bajarê Efrînê radestî Rûsiya kir.


Dagirkeriya Tirkî şerê li Idlibê diqewime ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne ku xelkên Idlibê yên ku ji ber şer direvin, li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî niştecih dike.

Post source : Taybet

Related posts