Milîsên Polîsa Leşkerî welatiyekî Kurd bi guneha çakkirina “erebeyên patiyê” binçav kir

Photo Credit To tNê

Afrinpost – Taybet
Milîsên Polîsa Leşkerî yên girêdayî dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn roja Çarşemê welatiyekî Kurd bi guneha çakkirina erebeyên Rêveberiya Xweser binçav kir û ew birin navenda wan a li şûna dibistana Tîcara ya amadehî, çarenûsa wî hîna jî nediyar e.


Çavkaniyên taybet ji Afrinpost re ragihandin ku welatiyê (E. D.) yê 48 salî li navenda bajarê Efrînê ji aliyê milîsên Polîsa Leşkerî ve bi bihaneya lêpirsînên di der barê guneha çakkirina “erebeyên partiyê” di dema Rêveberiya Xweser de hat binçavkirin.


Welatiyê Kurd ê hatî binçavkirin ji gundê Keferdelê Jêrîn ê navçeya Cindirêsê ye. Ew bavê 2 zarokan e û dikaneke wî ya çakkirina erebeyan li taxa Sîna’a heye. Beriya salekê jî ji aliyê milîsên el-Cebhe el-Şamiyê ve hat revandin û karîbû xwe rizgar bike, lê hema leşkerên dagirkeriya Tirk careke din binçav kirin û ew radestî wan milîsan kir, milîsan jî pişt standina fîdyeya bi 8,000 Euro ew serbest berda.


Çavkaniyên Afrinpost tekez kirin ku bavê welatiyê revandî bi sedema revandina kurê wî kirîza dil pê re çêbû û di encamê de jiyana xwe ji dest da.


Milîsên Îslamî revandina welatiyên Kurd weke rêbazeke bidestxistina pereyan bi kar tînin, ev rêbaz jî ji despêka dagirkirina Efrînê ve tê bikaranîn, dagirkeriya Tirk jî ji bona koçkirina Kurdan û qedexekirina vegera wan, serpereştiya vê rêbazê dike.


Rêbazên tirsandina Kurdan nahêle piraniya welatiyan alîkariya rêxistinên mafên mirovan û dezgehên ragihandinê bikin ji ber ku ew ditirsin ku dagirkeriya Tirk wan bişopîne. Beriya demekê Desteya Zagonî ya Kurd bang li xelkê kir ku kiryarên dagirkeriyê bi awayekî berfireh eşkere bikin û tekez kir ku tirsandina ku çekdarên dagirkeriyê dikin, hevkariya milet bi çalakgerên wan re qedexe dike.

Post source : tayet

Related posts