Afrinpost – Taybet
Şêniyên bajarê Efrîna dagirkirî sibeha Înê li ser dengê teqîneke mezin ji xewê şiyar bûn.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku piştî bihîstina dengê teqînê, xuya bû ku navendeke leşkerî di nava daristaneke li ser rêya Efrîn-Heleb ku li nêzî gundê Qeretepe bi rêya êrîşeke ezmanî hat armancgirtin.
Nûçegihanê Afrinpostê ji çekdarên milîsên Îslamî da zanîn ku balafirên Rûsî êrîşa ezmanî pêk anî û çekdarên tundraw ên Îslamî ku li navenda xwe ya leşkerî bûn, armanc girt.
Nûçegihan teqez kir ku piştî rojekê ji civîna di navbera dagirkeriya Tirkî û şandeyeke Rûsî li avahiya meclisa zagonsaz a kantona Efrînê ya berê ku 5 saetan dirêj kiribû, li dar ket, ew êrîşa ezmanî pêk hat.
Herêmên bakurê Sûrî yên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine dagirkirin, ji bo komên çete û terorîst wek DAIŞ’ê û komên tundraw ên girêdayî rêxistina Ixwan Misilmîn ku bi navê Ceyş El-Wetenî naskirî ne veguherîne srate û cihekî bi ewle.
Di 27’ê Cotmeha 2019’an de, serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî li gundekî li Idlibê ku di bin dagirkeriya Tirkî de ye û piştî agahiyên istixbaratî yên Hêzên Sûriya demokratîk(QSD) ve, bi êrîşeke ezmanî ji aliyê Amerîka ve hat kuştin.
Piştî ku rêxistina DAIŞ’ê li deverên xwe yên dawîn li bajaroka Baxozê ya li hêla rojhilat a çema Furatê di Adara 2019’an de li ser destên hêzên Sûriya Demokratîk têk çû, çavkaniyên pêbawer ji Afrinpostê re ragihand ku çekdarên tundraw û terorîst ji DAIŞ’û û Ixwan Misilmîn gihîştin herêma Efrîna dagirkirî û ji aliyê dagirkeriya Tirkî û milîsên wan ve hatin pêşwazîkirin.