Milîsên dagirkeriya Tirkî îdîa kirin ku jinên DAIŞ’î ji Idlibê derbasî Efrînê bûn

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan Misilmîn bi istixbarata dagirkeriya Tirkî re roja Pêncşemê bi nîvro bi pêngaveke ewlehiyê yeke berfireh li taxa Eşrefiyê ya li navenda herêma Efrîna dagirkirî, rabûn.


Pêngav bi armanca lêgerîna li jinên DAIŞ’î ku hat îdîakirin di nava karwanên sivîlên revandî de derbasî Efrînê bûne, pêk hat.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li bajêr ragihand ku otobûseke bi endamên milîsên ” Şurta meheliyê ” barkirî bû pev 4 erebeyên leşkerî ku endamên istixbarata Tirkî lê siwarkirî bûn, pêngaveke ewlehiyê li dorhêla şirketa kehrebeyê û baxçeyê taxa Eşrefiyê pêk anîn.


Pêngava ewlehiyê bi armanca lêgerîna li jinên DAIŞ’î ku bi rêya karwanê penaberên Idlibê yên ji ber şer direvin, derbasî Efrînê bûn pêk hat lê ti agahî tune ne ku wê pêngavê encam girt lê negirt.


Herêmên bakurê Sûrî yên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine dagirkirin, ji bo komên çete û terorîst wek DAIŞ’ê û komên tundraw ên girêdayî rêxistina Ixwan Misilmîn ku bi navê Ceyş El-Wetenî naskirî ne veguherîne srate û cihekî bi ewle.


Di 27’ê Cotmeha 2019’an de, serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî li gundekî li Idlibê ku di bin dagirkeriya Tirkî de ye û piştî agahiyên istixbaratî yên Hêzên Sûriya demokratîk(QSD) ve, bi êrîşeke ezmanî ji aliyê Amerîka ve hat kuştin.


Piştî ku rêxistina DAIŞ’ê li deverên xwe yên dawîn li bajaroka Baxozê ya li hêla rojhilat a çema Furatê di Adara 2019’an de li ser destên hêzên Sûriya Demokratîk têk çû, çavkaniyên pêbawer ji Afrinpostê re ragihand ku çekdarên tundraw û terorîst ji DAIŞ’û û Ixwan Misilmîn gihîştin herêma Efrîna dagirkirî û ji aliyê dagirkeriya Tirkî û milîsên wan ve hatin pêşwazîkirin.

Post source : Taybet

Related posts