Dagirkeriya Tirkî 3 karmendên ” Meclisa Efrînê ya Navxweyî “girtin û xistin zîndanê

Photo Credit To Taybet

Afrinpost-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku milîsên Îslamî bi endamên istixbarata Tirkî re 3 karmendên girêdayî dagirkeriya Tirkî li herêma Efrîna dagirkirî ya li bakurê Sûrî girtin û birin cihekî nediyar.


Çavkaniyan teqez kirin ku çekdarine milîsên ” Emin Siyasî” pev istixbarata Tirkî di berfanbara(Kanûn) sala 2019’an de şêniyên Efrînî yên bi nav Menan Hebîb, Basil Ereb û Mihemed Ebid Elhenan ku endamên Meclisa Efrînê yên Navxweyî ya girêdayî dagirkeriya Tirkî ne girtin û birin cihekî ne diyar.


Çavkaniyan dan zanîn ku Basil Ereb ji şêniyên gundê Keferdelê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ne û di dema heyî de di ofîsa xizmetguzariyê û rêveberiya navxweyî ya meclisa Efrînê de kar dike. Her wiha Menan Hebîb ji şêniyên gundê Qurnê yê girêdayî navçeya Bilbilê ye ku berê di nava rêjîma Sûrî de fermandar bû û di dema heyî de di meclisa navxweyî de kar dike. Têkildarî girtiyê sêyem jî ti agahî nînin.


Dagirkeriya Tirkî ji destpêka dagirkeriya xwe ji herêma Efrînê re, ji Adara 2018’an ve, meclisên sembolîk girêdayî xwe hem li navenda Efrînê hem jî li her 6 navçeyên wê ava kirin ku karê wan meclisan, rewakirina binpêkirinên niştedagîran ji desteserkirin û talankirina mal û milkên Efrîniyên koçberkirî û yên li Efrînê mayî, ne.


Meclisên dagirkeriya Tirkî roleke berguman di rewakirina sûcên niştedagîr û çekdaran de bi rêya sazkirina zagonên ku rê ji karên dizî, talanî û desteserkirina bi hincetên rewa vedike, dilîze.


Meclisên navxweyî yên li Efrînê hatine avakirin di sala 2018 û 2019’an de biryarên rewakirina karên diziya berhemên çandiniyê bi rêya hincetên bacan ew binpêkirin û biryar derxistin. Bi rêya van biryaran milîsên Îslamî û meclisan dest danîn ser parçeyekî berhemên şêniyên Efrînê her wiha li ser rewakirina dagirkeriya Tirkî ji herêmên nû yên bakurî Sûrî re kar dikin ku bi vê yekê hebûna xwe bi dagirkeriya Tirkî re girê dide.

Post source : Taybet

Related posts