Milîsên Artêşa Netewî tiştên dizînê ji rojhilatê Ferêt vediguhêzin Efrînê

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Çavkaniyên Afrinpost diyar kirin ku milîsên dagirkeriya Tirk li riyine digerin da ku tiştên ji bajarokê Girê Spî dizîne, veguhêzin herêma Efrîna dagirkirî.


Çavkaniyan tekez kirin ku dagirkeriya Tirk rê ji çekdarên milîsên Îslamî yên beşdarî êrîşa herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bûn, re vekirin da ku diziya hemû tiştan bikin, lê hema her çekdarek dikare tenê erebeyekê di xaka Tirkiyê re derbasî herêmên bakur û rojavayî Sûriyê yên dagirkirî bike.


Çavkaniyan destnîşan kirin ku koma bi navê Ebû Hesen a girêdayî milîsên el-Cebhe el-Şamiyê ku navenda wê nêzî Bazara Hal e, barên mezin ên genima ku ji embarên Girê Spî dizyayî firotin dagirkeriya Tirk, Istixbarata Tirk jî nirxê genima dizyayî da fermandariya milîsan li Efrînê.


Li gorî heman çavkaniyan, nêzî 1,500 ton genim hate dizîn û kîloya wê jî tenê bi 35 lîreyên Sûrî hate firotin.
Bi dagirkirina herêmên di navbera herdu bajarokên Serê Kaniyê û Girê Spî re, çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk û Ixwan el-Musilmîn mal û dikanên herêmê dizîn û talan kirin.


Weke tê zanîn, milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk bi dizîn û talankirina mal û milkên sivîlan tên naskirin, di vê der barê de hin dîmen ji aliyê çekdaran ve li Efrînê hatin belavkirin û tê de çawaniya talankirina mal û dikanên sivîlan xuya dikin, heta gihaşt astekê ku 18 Adara 2018, roja dagirkirina Efrînê weke Roja Kuliyan hat binavkirin.

Post source : taybet

Related posts