Milîsên el-Şerqiyê dest datînin ser mala jinebiyeke Kurd

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Çekdarên milîsên Ehrar el-Şerqiyê dest danîn mala jinebiyeke Kurd li navenda bajarê Efrînê, tiştên di hundir de jî bi temamî dizîn û bi kirê dan malbateke Idlibî.


Nûçgihanê Afrinpost li navenda bajêr ragihand ku komek bi navê Ebû Cendel a girêdayî milîsên Ehrar el-Şerqiyê di 26 Kanûnê de li taxa Navenda Çandê-li pişt avahiya Zanîngeha Efrînê, dest danîn ser mala jinebiya Kurd a bi navê Um Welîd.


Nûçegihan diyar kir ku milîsan hemû tiştên di hundir malê de dizîn û bi 2 kamyonan bar kirin, ev jî piştî ku ji welatiyê bi navê Osman Gomecî xwestin ku di nava 24 seetan de ji mal derkeve, ji ber ku ev 2 sal in Osman bi kirê di wê malê de bû.


Jinebiya Kurd a bi navê Um Welîd li Gundê Gazê yê navçeya Cindirêsê dijî, mala xwe ya li bajarê Efrînê jî bi kirê dabû welatiyê bi navê Osman.


Milîsên Ehrar el-Şerqiyê welatiyê bi navê Osman 2 mehan revandibû û gelek êşkence jî lê kiribû, ji ber ku wî daxwaza milîsan a ji bo derketina ji mal, red dikir.


Piştî ku Osman neçar ma fîdyeyê bide û soza derketina ji mal jî bide di nava 24 seetan de, milîsan ew serbest berda. Piştre jî Osman neçar ma vegere gundê xwe Meydankê yê li navçeya Şera.

Post source : Taybet

Related posts