Milîsên Îslamî Kurdekî vegeriya gundewarên Efrînê revand

Photo Credit To Nêt

Afrinpost
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn bi armanca koçkirina xelkên mayî û qedexekirina vegera yên koç bûne jî, revandin û gefxwarina li dijî şêniyên resen ên Efrînê didomînin, da ku guhertina demografîk a ku dagirkeriya Tirk bi destê wan milîsan dike, were sepandin.
Di vê çarçoveyê de, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan roja Yekşemê got ku “bi mebesta tengavkirina şêniyan û qedexekirina vegera wan ji bo xaniyên xwe, dewriyeyeke milîsan bi ser xaniyekî li gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera de girt û welatiyekî ku nû vegeriyabû gundê xwe revand û ber bi cihekî nediyar ve bir”.
Milîsên Îslamî hewl didin bi riya revandinê pereyan ji malbatên kesên direvînin bistînin û tawanên weke endamtiya YPG an Rêveberiya Xweser li wan bar dikin.

Post source : Rewangeha Sûrî

Related posts