Ji bona bicihkirina Idlibiyan, milîsên Îslamî dest datînin ser mal û milkên Efrîniyan

Photo Credit To K.S

Afrinpost
Nûçegihanê televizyona “Sûriya” ya propagandaya pilanên Tirkiyê dike, dîmenek li ser malpera YouTubê belav kir tê de xuya dike çawa milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn dest datînin ser hola Zagros a şahiyan a ku li ser riya Reco dikeve ye.


Di nava dîmenên pêşwazîkirina xelkê Idlibê yên reviyane de, hin nivîs li ser dîwarên holê hatine nivîsandin, bi riya wan nivîsan de xuya dikin milîsên “Ehrar el-Şam” dest danîne ser holê. Tê payîn ku xwedyê holê jî yan koç kiriye yan jî milîsan hol jê standine.


Di dema girtina dîmenan ji hundir ve jî, hilweşîna ku rastî holê hatî û ziyanên gihaştiye wê, xuya dikin, ji ber ku tevahî derfetên li holê yên di dawetan de dihatin pêşkêşkirin, xirabûne. Beriya ku milîsên dagirkeriyê dest deynin ser, di Efrînê de dawet di hundir holên girtî de dihatin lidarxistin.


Di despêkê de çekdar û niştedagiran angaşt kirin ku mal û milkên Kurdan ên ku wan niha dest danîne ser, yên PYD û Rêveberiya Xweser bû, lê hema derewa wan di vê der barê de eşkere bû, bi taybetî pişt ku wan dest danîn ser mal û milkên giştî Kurdên resen ên Efrînê, bihaneya vê yekê jî pêşwazîkirina Idlibiyên ji ber şer direvine.


Ji ber ku ew weke alav di destê dagirkeriya Tirk de ne, çekdar koçkirina Kurdên resen ên Efrînê paşguh dikin, da ku nehêlin Kurd mafên xwe yên rewa di hundir Sûriyeke nenavendî de bi dest bixin. Xuya ye ku tu berjewendiyên Ixwan el-Musilmîn jî di vê yekê de nîne ji ber ku daxwaza wan hilweşandina rêjîma heyî û avakirina yeke nû li şûna wê, lê hema bi nefeseke Ixwanî, weke ku çarenûsa gelê Sûrî rizgarbûna ji zordestekî û ketina bin zordestiya dagirkeriya Tirk û piştgirên terorê ye.

Post source : Kenala Sûriya

Related posts