Tirkiye çekdarên milîsên “Silêman Şah” û “el-Nusra” li Efrînê kom dike da ku ber bi Lîbyayê ve bişîne

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Çavkaniyên cû bi cûr li navçeya Şiyê tekez kirin ku karwanek ji dehan çekdarên milîsên Siltan Silêman Şah ên dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn pêk dihat, beriya 2 rojan berê xwe da deriyê sînor ê gundê Hemamê.


Çavkaniyan diyar kirin ku çekdaran sînor derbas kirin û ketin xaka Tirkiyê da ku ji wir ber bi bajarê Tarablusa Lîbyayê ve biçin û li tenişta hikûmeta el-Wîfaq a Ixwanî li dijî hêzên Artêşa Netewî ya Lîbî ya ku di bin fermandariya Xelîfe Hefter de ye, şer bikin.


Çavkaniyan destnîşan kirin ku ew çekdar li gund û kampên di bin dagirkeriya milîsan de li navçeya Şiyê hatin komkirin. Hat zanîn ku ji Gundê Xelîl tenê 18 çekdar tevlî karwanê bûn.


Çavkaniyan li ser zimanê çekdarên milîsên li gel Heyet Tehrîr el-Şam li Idlibê li dijî hêzên Rûsya û rêjîma Sûrî şer kirin, gotin ku dagirkeriya Tirk dest bi pêngava komkirina çekdarên Cebhet el-Nusra kiriye da ku wan bişîne bajarê Tarablusa Lîbyayê, û bêyî ku hejmara wan çekdaran eşkere bike.

Post source : Taybet

Related posts