Hilkirin û şkandina deriyên xaniyan li Efrînê.. şerê Idlibê bihaneya nû ya niştedagirkirinê ye

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Nûçegihanên Afrinpost tekez kirin ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn kilîtên deriyên xaniyan li gelek gundên herêmê şkandin da ku revokên parêzgeha Idlibê yên ku hejmareke mezin ji wan gihaştine herêmê, tê de bi cih bikin.


Nûçegihanan destnîşan kirin ku milîsên el-Cebhe el-Şamiyê kilîtên deriyên xaniyên gundên Birîmce, Qenterê, Şîtka û Gundî Husê şkandin û malbatên ji Idlibê bazdayî tê de bi cih dikin, tevî ku xwediyên wan xaniyan li navenda bajarê Efrînê rûdinin û dema ku karê wan li gund hebe, ew diçin û deriyên xaniyên xwe vedikin.


Nûçegihanê navçeya Bilbilê diyar kir ku milîsên Feyleq el-Şam nêzî 20 malbatên Idlibî li Gundî Dîkê bi cih kirin. Xaniyê ku tê ew bi cih kirin jî, xwediyên wan an li navenda bajarê Efrînê ne yan jî ji Efrînê koç kirine.


Xuya ye ku şerê vê dawiyê yê rêjîmê û Rûsyayê bi dagirkeriya Tirk re hatiye kordînekirin da ku xelkê Idlibê ji Idlibê derxînin û li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bi cih bikin.


Mirov dikare bêje ku ev bazara Rûsî-Tirkî li Astanayê hatiye erêkirin, tê de Efrîn ji aliyê Rûsyayê ve hat firotin, li beranberî wê jî Tirkiyê destê xwe ji gundewarên Şam, Hums, Hama û Idlibê kuşand.


Tiştê tê kirin jî rêbazeke nû ya guhertina demografîk a ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tê kirin e, ev guhertin bi riya derxistina xelkê Idlibê bi zorê ji xaniyên wan û bicihkirina wan li deverên ku navê Herêma Ewle lê hatiye kirine ye.

Bi vê yekê dagirkeriya Tirk hewl dide wê herêmê weke xencerekê bixe piştê herêmên Rêveberiya Xweser li rojhilatê Ferêt da ku hebûna dîrokî ya Kurdan li bakurê Sûriyê ji holê rake û pêkhateyên din jî ji mafên wan ên bi saya Rêveberiya Xweser bi dest xistibûn, bêpar bihêle.

Post source : Taybet

Related posts