Cebhet el-Nusra tevî malbatên xwe derbasî Efrînê dibin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Nûçegihanê Afrinpost li navenda bajarê Efrînê ragihand ku di nava bajêr de liv û tevgerên çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam/Cebhet el-Nusra (beşê el-Qaîdeyê li Sûriyê) tevî malbatên wan tê dîtin, ev jî hewlaneke ji bo peydakirina xaniyan ji wan re ye.


Nûçegihan diyar kir ku bi dehan çekdarên Cebhet el-Nusra li taxa Eşrefiyê li xaniyên vala digerîn da ku malbatên xwe tê de bi cih bikin. Nûçegihan destnîşan kir ku di navbera wan û niştedagirên Xûta de tengezarî derketiye ji ber ku yên Xûta pêşwazîkirina malbatên Cebhet el-Nusra di nava avahiyên xwe de red kirine û ji wan xwestine ber bi gundan ve biçin.


Nûçegihan tekez kir ku tengezarî aloztir bû û di encamê de çekdarên el-Nusra gule bi ezmanan de berdan da ku niştedagirên Xûtayê bitirsînin û neçarî erêkirina pêşwaziya malbatên el-Nusra bikin.


Ji ber şerên dijwar di navbera hêzên Rûsî û rêjîma Sûrî ji aliyekî ve û milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk ên bi navê Artêşa Netewî û Cebhet el-Nusra ji aliyê din ve, karwanên kesên ji herêmên pevçûnan li parêzgeha Idlibê derdikevin, ber bi herêma Efrînê ve diherikin.


Ji xwe hevkariya dagirkeriya Tirk û Rûsya ji bo valakirina bajarokên Sûrî û veguhestina wan bi hinkên din zelal e, mebesta vê yekê jî guhertina demografiya Sûrî li gorî daxwazên Tirkiyê ye û li ser şopa van nimûneyan e (radestkirina Tirkiyê Xûta, gundewarên Homsê, gundewarên Idlibê rojilatê xeta hesin a Hîcaz û balafirgeha Ebû Dihûr li beranberî radestkirina Rûsya ji Efrînê re ye).

Post source : taybet

Related posts