Milîsên Silêman Şah baceke mehane ya nû li malbatên Kurdan li Efrînê disepînin

Photo Credit To nêt

Afrinpost – Taybet
Bi armanca derxistina wan ji cih û warên xwe, tengezariyên li dijî Kurdan li Efrînê ji aliyê milîsên Îslamî yên Ixwan el-Musilmîn û bi fermanên istixbarata dagirkeriya Tirk didomin.


Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpost li navçeya Şiyê got ku milîsên Sultan Silêman Şah hewl didin bacên nû li malbatên Kurd li navçeyê bisepînein.


Çavkaniyan tekez kirin ku wê milîs mehane baca bi qasî 10,000 lîreyên Sûrî li her malbateke Kurd bisepînin, ev bac jî bi bihaneya mizaxtina çekdarên ku wan diparêzin e.


Ev milîs navenda navçeya Şiyê û gundên Çeqelê Jorîn, Cela Jêrîn, Çeqelê Ortê, Hec Bilêl, Alkana, û Gundî Xelîl ên heman navçeyê dagir dikin, her wiha gundê Kaxirê yê navçeya Mabata jî dagir dikin.


Di 7 Mijdara borî de jî, nûçegihanê Afrinpost li Şiyê ragihandibû ku milîsên Sultan Silêman Şah baca bi qasî 300 dolar li cotkarên Kurd sepandibû, bihaneya wê bacê jî parastina mewsima zeytûnê bû. Wê demê, nûçegihan destnîşan kiribû ku ew bac tevlî bacên din ên li guvaştekan û li bendên kontrolê li wan dihat sepandin, dibû da ku cotkar bikaribin berhemên xwe bişînin bazarên navenda bajarê Efrînê.

Post source : Taybet

Related posts