Milîsên dagirkeriyê hejmarek ciwan ji gundê Anqelê revandin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn ên navê Artêşa Netewî û Artêşa Azad li xwe dikin, 9 sivîl ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê ya herêma Efrîna dagirkirî li bakurê Sûriyê revandin.


Li gorî agahiyên ketine destê ajansa Hawarê ya nûçeyan, çekdarên milîsên Lîwa el-Waqas 9 sivîl ku piraniya wan ciwanên di despêka temenê xwe de ne, revandin.


Li gorî ajansê, navên sivîlên revandî ev in: Nazmî Xelîl Ehmed (18 salî), Ibrahîm Şukrî Elûş (17 salî), Hesen Şukrî Elûş (19 salî), Riyad Elî (17 salî), Arêf Mihemed Şukrî (23 salî), Azad Hesen (23 salî), Ezet Mihemed Umer (17 salî), Merwan Enwer Hesen (17 salî), Arêf Kemal Ibêdo (36 salî).


Di despêka Cotmeha borî de, rêxistina “Sûriyon Min Ecil el-Heqîqa Wel Edala” di raporeke xwe de got ku wan karîbû girtin û binçavkirina 80 kesî di meha Tebaxê de, 63 kes di Tîrmehê de û 56 kes jî di Hezîrana vê salê de belge bikira.


Her wiha destnîşan kir ku milîsên Polîsa Leşkerî, Polîsa Sivîl, Ewlehiya Siyasî, el-Cebhe el-Şamiyê, Lîwa Sultan Silêman Şah, Lîwa Sultan Murad, Lîwa Semerqend, Lîwa el-Waqas, Ehrar el-Şerqiyê û Firqet el-Hemza berpirsyarê wan girtin û binçavkirinan bûn.


Di 22 vê mehê de jî, ajansa North Press got ku milîsên Lîwa el-Waqas 2 ciwan ji malbatekê ji mala wan a li gundê Anqelê yê navçeya Şiyê revandin. Ajansê destnîşan kir ku herdu ciwanên bi navê Reşîd Çerko û Mihemed Çerko ku di sala 1992 de ji dayîk bûne, bi bihaneya xizmeta wan di Hêzên Xweparastinê de beriya dagirkeriya Tirk hatine revandin, her wiha çarenûsa wan jî heya niha nediyar e.

Post source : şopandin

Related posts