Salek û 8 meh di ser revandina welatiyekî gundê Şêxûrzê re derbas bû

Photo Credit To النت

Afrinpost – Taybet
Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk û milîsên Îslamî yên dagirkeriyê û Ixwan el-Musilmîn ve di sala 2018 de, çarenûsa welatiyekî Kurd ku ji nava zeviyên zeytûnê de hatibû revandin, hîna nediyar e.


Nûçegihanê Afrinpost ji navçeya Bilbilê ragihand ku welatiyê bi navê Memo Mihemed Şêx Mihemed ê 50 salî yê ji gundê Şêxûrzê, di Nîsana 2018 de dema ku di nava zeviyên darên zeytûnê de kar dikir, ji aliyê milîsên el-Cebhe el-Şamiyê ve hat revandin.


2 kurên Memo Mihemed Şêx Mihemed astengdar in û li taxa Eşrefiyê li navenda bajarê Efrînê bi diya xwe re dijîn.


Tu agahî di der barê Memo de nîn in, lê hema li gorî malbata wî dibe ku ew di girtîgeha el-Masera ya Ezazê de be, ew girtîgeh jî di bin kontrola milîsê bi navê Ebû Elî Sico de ye.


Ji despêka dagirkirina Efrînê ve, revandin û wendakirina bi zorê li Efrînê bi awayekî bê navber didome, di 7 Cotmeha borî de, milîsên Polîsa Leşkerî bi ser mala îmam Ehmed Weqas ê ji gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera de girt û tevî keça wî revandin, ew bi xwe jî astengdar e.


Heya niha jî çarenûsa îmam û keça wî nediyar e, çavkaniyên ji herêmê gotin ku revandina wan bi sedema piştgiriya îmam ji xelkê gund re ye, û bi sedema axaftina wî di der barê binpêkirinên çekdarên milîsên Ixwan el-Musilmîn e.

Post source : خاص

Related posts