Milîsên Sultan Murad dest datînin ser 10,000 darên zeytûnê

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Çavkaniyan ji Afrinpost re ragihandin ku milîsên Firqet Sultan Murad ên dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn ji salekê û vir ve dest daniye ser bi hezaran darên zeytûnê li navçeya Bilbilê ya ku di bin dagirkeriya wê de ye.


Çavkaniyan tekez kir ku berpirsyarê aboriyê yê milîsan ê bi navê Ebû Osman tê naskirin û ji Turkmenên Homsê ye, dest daniye ser 10,000 darên zeytûnê yên ku xwediyên wan ji xeta gundê Kerê heya Upila ne û ji gundên xwe jî koç kirine, wan daran jî ji xwe re bi kar tînin.


Turkmenê Homsî, Ebû Osman xaniyê welatiyê Kurd ê koçkirî, Evdê Mem Kûrê ji Gundî Kerê ji xwe kiriye biryargeh, ji wî xaniyî kiryarên dizîna berhem û êzingan ji nav zeviyên welatiyên koçkirî bi rê ve dibe, bi taybetî li van gundan: Gundî Kerê, Gundî Eşûnê, Zivingê, Qûta, Xelîlaka, Upila û Berkaşê.


Çavkaniyan destnîşan kirin ku Ebû Osman kaxezên fermî yên ji Meclîsa Bilbilê derdikevin û tê de biryar heye ku xizmên welatiyên koçkirî dikarin mal û milkên wan bi rê ve bibin, nas nake.


Ev bûyer jî temamkirina kiryarên dizîn û desteserkirinê li Efrîna dagirkirî ye, ji ber ku di piraniya gundan de, milîsên Îslamî vegera welatiyan ji bo xanî û mal û milkên xwe qedexe dikin, bihaneya vê yekê jî, bikaranîna xaniyên wan weke biryargehên leşkerî yan desteserkirina wan ji aliyê niştedagirên çekdaran ve ye.

Post source : taybet

Related posts