Milîsên dagirkeriyê bi bêtirî 10 topan Til Rifet û derdora wê topbaran kirin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn îroj roja Pênşemê piştî nîvro bajaroka Til Rifet û derdora wê li herêma Şehbayê bi topên Hawnê topbaran kirin bêyî ku kuştî û birîndar çêbibin.


Nûçegihanê Afrinpost li herêma Şehbayê ragihand ku bêtirî 10 topên Hawnê li navenda bajaroka Til Rifetê û derdora wê ketin. Top ji bajarê Ezazê yê dagirkirî hatin avêtin û li deverên vala ketin, di encamê de jî tu qurbanî derneketin holê.


Li herêma Şehba nêzî 130,000 koçberên Efrînê bi cih dibin, ew koçber di dema êrîşa dagirkeriya Tirk û ji ber encama tawanên şer ên ku dagirkeriya Tirk û milîsên wê yên Îslamî ji sal û nîvekê û vir de dikin, ji Efrînê derketin.

Post source : taybet

Related posts