El-Nusra ji milîsan re: Rêjîm li rex we ye, ne li Idlibê ye

Photo Credit To nêt

Afrinpost
Alavên ragihandinê yên rikberiyê bal kişandin ser dîmeneke nû, tê de serokê qaşo Hikûmeta Sûrî ya Demkî yê Turkmen, Ebulrehman Mistefa, qaşo cîgirê serfermandarê Artêşa Netewî yê bi navê Ednan el-Ehmed û hejmarek ji serbazên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn li qada deverekê bi navê zanîngeha Helebê li bajarê Ezazê yê dagirkirî derdikevin.


Mistefa di axaftina xwe de ji Tirkan xwest ku Idlib û deverên din bi bin nekevin û nekevin bin kontrola hêzên rêjîmê. Piştî wê kesê bi navê Ednan el-Ehmed axivî û xwe weke serfermandarê operasyona Kaniya Aştiyê da naskirin, di wê operasyonê de çekdaran di bin ala Tirkiyê de êrîşî xaka Sûriyê kirin, xelkê wê yê resen derxistin û li şûna wan kesên din ên li gorî Enqereyê tê di bi cih kirin.


El-Ehmed got ku li ba milîsên Îslamî yên bi navê (Artêşa Netewî) leşker û pêwîstî hene ji bona ku li hember êrîşên rêjîma Sûrî û Rûsyayê li Idlibê şer bikin, (Di heman demê de jî el-Ehmed ji bîr kir ku ew weke karker li ba dagirkeriya Tirk kar dikin û ew neçar in fermanên istixbarata Tirk pêk bînin, heta radeyekê ku ew nikarin bi tena serê xwe guleyekê li dijî hêzên rêjîmê berdin, dijminahiya xwe tenê li hember QSD derdixînin, ew jî dikeve nava çarçoveya pêkanîna pilanên Tirkiyê di desteserkirina xaka Sûriyê de).


Ji aliyê xwe ve, Heyet Tehrîr el-Şam (Cebhet el-Nusra) ku beşek ji el-Qaîdeyê ye, di malperên torên civakî bersiva angaştên qaşo Hikûmeta Demkî da.


Bersiva el-Nusra li ser zimanê kesê bi navê Ebû Xalêd el-Şamî, ku weke berdevkê baska leşkerî ya el-Nusra ye, derket û wiha got: “Kesê bixwaze biçe meydana şer û bi awayekî cidî tevlî şer bibe bêyî angaştên li ser ragihandinê, dikare û kesên dibêjin ku rastî qedexekirinê hatine, derewkar in”.


Axaftina el-Nusra angaştên milîsên Îslamî yên Ixwan el-Musilmîn derew derdixîne, çekdarên wan milîsan weke karkerên bi mûçe li gorî daxwazên Tirkiyê kar dikin, herî dawî jî, Tirkiyê wan ji bo şandina Lîbyayê ji bo şer amade dike, Idlib jî li pey wan tê şewitandin, ev hemû ji bona razîkirina Sultanê Osmanî û girtina mûçeyên mehane ye.


Bedevkê el-Nusra wiha domand: “Rêjîma xirab ê ku xelkê Idlibê dikuje û koç dike, eniyên wê heya herêmên Mertala Feratê li bakurê gundewarê Helebê diçe, ev gotinên vala ji bo çi ne? Eger a wan rast be, bila eniyên şer ji aliyê Babê ve ber bi Idlibê ve vekin”.

Post source : Şopandin

Related posts