12 jinên DAIŞ’î xwe radestî dagirkeriya Tirk kirin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost
Piştî reva wan ji kampa Holê ya di bin kontrola Rêveberiya Xweser de di encama êrîşa Tirkiyê li ser herêmên bakurê Sûriyê de, 7 jinên DAIŞ’î li Hataya Tirkiyê xwe radestî istixbarata Tirkiyê kirin, ev jî têkiliya DAIŞ bi istixbarata Tirkiyê re bi awayekî vekirî eşkere dike.


Hewldana dagirkeriya Tirk ji bo revandina hemû jinên DAIŞ’î ji girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yên bi eslê xwe Tirk in, zelal e. Li ba wan jinên DAIŞ’î agahî hene ku têkiliya rêjîmaTirk bi DAIŞ re tekez dike, ji bo vê jî dagirkeriya Tirk hin malbatên DAIŞ’î ji kampa Eyn Îsayê revandin, ev jî bi riya bombebaranê hat kirin, ji ber ku piştî bombebaranê rewşeke tevlihev derket holê û di encamê de nêzî 800 kes ji kampê reviyan.


Roja Sêşemê ajanseke Tirk ragihand ku 7 jinên DAIŞ’î ku xwediyên nasnameyên Tirk bûn, li deriyê sînor ê Cîlweguzelê ku li aliyê Sûrî weke Bab el-Hewa tê naskirin, xwe radestî hêzên ewlehiya Tirk kirin. Ajansê diyar kir ku jinên xwe radest kirin, endamên rêxistinên DAIŞ’ê ne û ji kampa Holê reviyane, hêzên ewlehiya Tirk jî û piştî temamkirina rêbazên zagonî (li gorî ragihandina dagirkeriya Tirk), ew veguhestin saziyên dadgehî.


Ya tekez ew e, jinên DAIŞ’î çi Tirk dibin çi yên netewên din dibin, li Tirkiyê di nava ewlehiyê de dijîn, beriya niha jî jinên DAIŞ’î yên li Holê girtî bûn, daxwaza xwe ya çûna ber bi Tirkiyê anîn ziman, ji ber ku Tirkiyê xwe weke rêberê Îslamên mîna DAIŞ, el-Nusra û Ixwan el-Musilmîn daye naskirin.


Bi vî awayî, di nava hefteyekê de hejmara jinên Tirk ên ji kampa Holê reviyan û xwe radestî desthilatdariya Tirk kirin gihaşte 12 jinan, hemû jî endamên DAIŞ bûn, 5 jinan ku nasnameya Tirk bi wan re bû roja Înê 20 Kanûnê û piştî ku ji kampa Holê reviyan, li Hatayê xwe radestî hêzên ewlehiya Tirk kirin.


Ji despêka êrîşa dagirkeriya Tirk li ser herêmên bakurê Sûrî, bêhna DAIŞ’iyan derket, ji ber ku gelek hewldanên revînê yên tekakesî û yên komî kirin, wan ji xwe re piştevanek dît da ku wan ji destê aliyê ku xîlafeta wan a terorîst hilweşand, rizgar bike, gelek caran jî milîsên Îslamî yên bi navê Artêşa Netewî dîmenên pêşwazîkirina wan ji jinên DAIŞ’î re yên ji kampa Eyn Îsayê reviyan û di bin navê rizgarkirina sivîlan ji dest QSD weşandin.

Post source : şopandin

Related posts