Milîsên Îslamî ala Tirkiyê ji ser biryargeha xwe li Efrîna dagirkirî radike

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Bêdengiya Tirk li hember operasyona leşkerî ya hêzên rêjîmê bi piştgiriya Rûsyayê li parêzgeha Idlibê rewşeke dilgiranî û hêrsbûnê li ba çekdarên Îslamî yên pilanên dagirkerî û firehkirinê li ser xaka Sûriyê pêk tînin, çêkir.


Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpost li navçeya Reco ragihand ku milîsên Feyleq el-Şam ala Tirk ji ser biryargehên xwe li herêma Efrîna dagirkirî rakirin, sedem jî bêdengiya Tirk li hember operasyona leşkerî ya hêzên rêjîmê li Idlibê ye, ji ber ku Tirkiye weke aliyekî firotina Idlibê ji bo Rûs û rêjîmê hat xuyakirin.


Nûçegihan tekez kir ku milîsên el-Şam li gundê Hec Cemala yê navçeya Reco ala Tirk ji ser biryargeha xwe rakir.


Divê were bibîrxistin ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk ala Tirk li tenişta sembolên xwe yên Îslamî li ser hemû biryargehên xwe li herêmên dagirkirî hil didin.


Ji ber şerên dijwar di navbera hêzên Rûsî û rêjîma Sûrî ji aliyekî ve û milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk ên bi navê Artêşa Netewî û Cebhet el-Nusra ji aliyê din ve, karwanên kesên ji herêmên pevçûnan li parêzgeha Idlibê derdikevin, ber bi herêma Efrînê ve diherikin.


Dagirkeriya Tirk li gel Rûsya û rêjîma Sûrî gund û navçeyên Sûrî vala dikin û bi yên din vediguhêrin, mebesta herdu aliyan jî guhertina demografiya Sûriyê li gorî armancên Tirkiyê û rêjîma Sûrî ye, weke mînak radestkirina Tirkiyê Xûta, gundewarên Homsê, gundewarên Idlibê rojhilatê xeta hesin a Hîcaz û balafirgeha Ebû Dihûr li beranberî radestkirina Rûsya herêma Erînê ji bo Tirkiyê di sala 2018 de.


Dagirkeriya Tirk desthilatdariya xwe li ser rêxistina Ixwan el-Musilmîn tevî çekdar û bingeha wê ya gelêrî bi bihaneya vegerandina xîlafeta Osmanî û desthilatdariya Musilmanan bi kar tîne, ev yek jî gelê Sûrî xiste vê rewşa niha ku tê de dijîn.


Dagirkeriya Tirk bi hevkariya bi Rûsya û rêjîma Sûrî re hewl dide xelkê Idlibê ji xaniyên wan derxîne, ev jî bi riya lidarxistina şerê vê dawiyê tê kirin, di heman demê de jî fişaran li ser Ewropa dike da ku projeya bi navê “Herêma Ewle” bipejirîne û piştgiriya darayî bide, yan jî wê Ewropa neçar bimîne penaberan pêşwazî bike.


Eger Ewropa fînansekirina projeya bi navê “Herêma Ewle” bipejirîne, wê demê tawanên şer ên ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine kirin, tên rewakirin, ew tawan jî koçkirina ol û netewan bi zorê ye û bicihkirina hinekên din li şûna wan di bin navê ku ew Sûrî ne, bi vî awayî prosesa herî qirêj û mezin a guhertina demografîk di serdema nû de bedew dike.

Post source : Taybet

Related posts