Rêzeçalakiyên revandinê li gund û navçeyên Efrînê

Photo Credit To nêt

Afrinpost
Çekdarên Firqet el-Hemza yên milîsên Îslamî û rêxistina Ixwan el-Musilmîn bi serpereştiya istixbarata Tirk beriya demekê welatiyê bi navê Ekmel el-Dîn Osman ku muxtarê gundê Goliya Jêrîn e, bi bihaneya têkiliyên wî bi Rêveberiya Xweser re revandin û ji bo serbestberdana wî 2 milyon lîreyên Sûrî weke fîdye jê standin.


Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, di 18 Kanûnê de milîsan careke din ew revandin û ji bo serbestberdana wî jî careke din fîdye xwestin, hat zanîn ku bi awayekî hov li wî dane û di encamê de jî hin aliyên laşê wî hatine şkandin, bi taybetî di serî û singê wî de, li dawiyê jî neçar maye 200,000 lîreyên Sûrî bide, tevî ku rewşa wî ya aborî xirab e.


Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê got ku di 22 Kanûnê de, milîsên Lîwa Semerqend li gundê Aşka Xerbî herdu bira: Mihemed Kemal Omer û Ebdo Kemal Omer revandin, û gefa kuştinê li wan xwar ji ber ku wan baca zeyt û zeytûnê nedane.


Her wiha di 23 Kanûnê de, çekdarên milîsên Firqet Sultan Murad welatiyê bi navê Aslan Şêxo ji Gundî Bêlê yê navçeya Bilbilê revand û ew radestî polîsa sivîl û istixbarata Tirk kirin, bihaneya vê jî hin wêneyên di telefona wî de bû.

Post source : Taybet

Related posts