Milîsên el-Şerqiyê jineke Kurd ji mala wê li gundê Kûra derdixînin û malbateke Idlibî dixin şûna wê

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Di çarçoveya hatina koçberên Idlibî yên ji ber şer direvin û derbasî Efrîna dagirkirî dibin de, milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk û Ixwan el-Musilmîn xelkên Kurd ên resen ji xaniyên wan derdixînin û li şûna wan malbatên ji ber şerê li Idlibê direvin bi cih dikin.


Hat zanîn ku milîsên Ehrar el-Şeriyê jina Kurd a temen mezin Gulê Hec Hisên ji mala wê ya li gundê Kûra ya navçeya Cindirêsê derxist û ew neçar kir ku tevlî kurê wê be da ku malbateke Idlibî di mala wê de bi cih bikin.


Navenda Efrîn a Ragihandinê jî destnîşan kir ku çekdarên milîsên Semerqend nahêlin welatiya bi navê Zehîda Hec Ebdo derbasî mala xwe ya li gundê Kefersefrê bibe, tevî ku ew bû saleke vegeriyaye gund. Her wiha malbata Hisên û ya Hesno ku piştî hilweşîna malên wan di encama êrîşa Tirk de, di malên din de bi cih bûbûn, heman milîsan ji wan malan jî derxistin.


Navendê diyar kir ku milîsên dagirkeriyê dest danîn ser mala Hesen Murşid û Ebdo Murşid ên ji gundê Miskê yê navçeya Cindirêsê, li şûna wan jî niştedagir bi cih kirin, da ku projeya xwe ya guhertina demografîk li herêma dagirkirî pêk bînin.


Bicihkirinên nû yên niştedagiran bêtir li herdu navçeyên Cindirêsê û Şiyê tên kirin, li gundên van herdu navçeyan koçberên ji ber şerê li Idlibê direvin, tên bicihkirin.

Post source : Taybet

Related posts