Karwanên nû yên niştedagiran ji Idlibê ber bi Efrînê

Photo Credit To nêt

Afrinpost – Taybet
Ji ber şerên dijwar di navbera hêzên Rûsî û rêjîma Sûrî ji aliyekî ve û milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk ên bi navê Artêşa Netewî û Cebhet el-Nusra ji aliyê din ve, karwanên kesên ji herêmên pevçûnan li parêzgeha Idlibê derdikevin, ber bi herêma Efrînê ve diherikin.


Nûçegihanê Afrinpost li navçeya Cindirêsê ragihand ku bi dehan bas di dergeha Dêr Belûtê ya Cindirêsê re derbasî herêma dagirkirî bûn, nûçegihan tekes kir ku benda kontrolê ya milîsên Feyleq el-Şam ji her basekê 200 dolar distîne û piştre derbas dike.


Nûçegihan destnîşan kir ku taxa nivîsgehên erebeyan a bi navê “Afrin Intrnational” a li ser riya Keferşîlê ku Rêveberiya Xweser ava kiribû, bi Idlibiyan tije bûye, her wiha bi dehan malbat jî li avahiyên neamadekirî yên taxên Eşrefiyê û Mehmûdiyê hatin bicihkirin, ji bilî wan jî, hejmarek ji malbatan li gundan jî hatin bicihkirin.


Dagirkeriya Tirk li gel Rûsya û rêjîma Sûrî gund û navçeyên Sûrî vala dikin û bi yên din vediguhêrin, mebesta herdu aliyan jî guhertina demografiya Sûriyê li gorî armancên Tirkiyê û rêjîma Sûrî ye.


Dagirkeriya Tirk desthilatdariya xwe li ser rêxistina Ixwan el-Musilmîn tevî çekdar û bingeha wê ya gelêrî bi bihaneya vegerandina xîlafeta Osmanî û desthilatdariya Musilmanan bi kar tîne, ev yek jî gelê Sûrî xiste vê rewşa niha ku tê de dijîn.


Dagirkeriya Tirk bi hevkariya bi Rûsya û rêjîma Sûrî re hewl dide xelkê Idlibê ji xaniyên wan derxîne, ev jî bi riya lidarxistina şerê vê dawiyê tê kirin, di heman demê de jî fişaran li ser Ewropa dike da ku projeya bi navê “Herêma Ewle” bipejirîne û piştgiriya darayî bide, yan jî wê Ewropa neçar bimîne penaberan pêşwazî bike.


Eger Ewropa fînansekirina projeya bi navê “Herêma Ewle” bipejirîne, wê demê tawanên şer ên ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine kirin, tên rewakirin, ew tawan jî koçkirina ol û netewan bi zorê ye û bicihkirina hinekên din li şûna wan di bin navê ku ew Sûrî ne, bi vî awayî prosesa herî qirêj û mezin a guhertina demografîk di serdema nû de bedew dike.

Post source : taybet

Related posts