Alavên ragihandinê yên nêzî dagirkeriyê di hewldana şandina çekdaran ber bi Lîbyayê ve li xwe mikûr hatin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost
Ajansa “STEP” a nûçeyan a girêdayî rikberiya Sûrî û nêzî milîsên Îslamî roja Duşemê, û li gorî hin çavkaniyan, got ku niyeta dagrikeriya Tirk di şandina çekdarên milîsên Ixwan el-Musilmîn li Sûriyê yên bi navê Artêşa Netewî û Artêşa Azad ber bi Lîbyayê ve heye, da ku li tenişta hikûmeta bi navê el-Wîfaq a Ixwanî ya ku Fayêz el-Serac rêbertiya wê dike, û li dijî hêzên Xelîfe Hefter şer bikin.


Li gorî çavknaiyên wê ajansê, di rojên dawî de hin serbazên payebilind ên artêşa dagirkeriya Tirk serdana Lîbyayê kirin, piştî wê civînên serhev ên fermandarên milîsên tugayên bi navê Artêşa Netewî û serbazên istixbarata Tirk li Enqereyê hatin lidarxistin.


Çavkaniyê destnîşan kir ku serbazê komên bi navê el-Feyleq el-Ewel Mutez Reslan, yê el-Feyleq el-Sanî Mehmûd el-Baz, yê el-Feyleq el-Salês Ehmed Ebû Enwer û nûnerê el-Feyleq el-Rabê yê li rojavayê Idlibê ku berê navê el-Cebhe el-Wataniye Lil Tehrîr li xwe kiribû, beşdarî civînan bûn.


Çavkaniya ajansê destnîşan kir ku piştî civînên ku 2 rojan dewam kirin, ferman ji serbazên milîsên Ixwan el-Musilmîn re hatin ji bona ku xişteyên nav û hejmarên endamên dixwazin li Lîbyayê şer bikin amade bikin, lê hema di der barê mûçeyên wan endamên ku wê biçin li Lîbyayê şer bikin de, agahî tevlihev in, li gorî hin agahiyan, wê her çekdarek 2,000 dolar bistîne, lê hema heya niha tu biryarên zelal di vê der barê de derneketine.


Çavkaniya ajansê bi dawî kir û got ku 2 komên çekdar ên milîsên dagirkeriya Tirk ji bo şandina wan ber bi Idlibê ve da ku li dijî rêjîma Sûrî di şerê li rojhilat û başûr-rojhilatê Idlibê de şer bikin, hatine amadekirin, armanc ji vê yekê jî kêmkirina hêrsa gel ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî nerakirina milîsên bi navê Artêşa Netewî ji berpirsyariya binketinên li Idlibê, çavkaniyê diyar kir ku tê payîn îroj komek ji 100 çekdaran were şandin û komeke din jî sibe wê were şandin.

Post source : Taybet

Related posts