Piştî 2 car revandin ji aliyê milîsên “el-Şamiyê” ve, ciwanekî Kurd li Efrînê careke din wenda bû

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk û Ixwan el-Musilmîn revandin û şantajkirina welatiyên resen ên Efrînî bi armanca koçkirina wan didomînin.


Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpost ragihand ku welatiyekî Kurd bi navê Mihemed ku li ser riya servîsan li tenişta mala Seîd Sebakê mazot difirot, beriya 3 rojan hatiye wendakirin.


Nûçegihan destnîşan kir ku heman welatî beriya niha, 2 caran ji aliyê milîsên bi navê “Cema’et el-Oso” ve yê girêdayî milîsên el-Cebhe el-Şamiyê hatibû revandin, û di herdu caran de jî bi dandina fîdyeyê serbest dihat berdan.


Bi riya revandinê, milîsên Îslamî hewl didin pereyan li ser malbatên kesên revandî bisepînin û tawanên weke endamtiya YPG an Rêveberiya Xweser li wan bar dikirin.


Her wiha pêngavên serdegirtin û revandina welatiyên resen ên Kurd li Efrînê bi awayekî rojane ji aliyê milîsên Îslamî yên Ixwan el-Musilmîn û dagirkeriya Tirk ve didome, da ku wan şantaj bikin û ji xaka wan derxin.

Post source : Taybet

Related posts